Bi pêşengiya Meclîsên Gel ên Kurd ên Bakurê Rojava, li bajarê Manchesterê yê Îngilîstanê ji bo naskirina statuya Rojava meşeke girseyî hat li dar xistin. Bi hezaran Kurd û dostên Kurdan ên li All Saints Parkê kom bûn, heta Piccadilly Gardensê meşiyan.
Çalakî, bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Şoreşa Rojava û tekoşîna azadiyê ya li her çar parçeyên Kurdistanê dest pê kir. Girseya gel her tim dirûşmên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Freedom for Rojava” û “Şehîd Namirin” berz kirin. Qada meşê bi alayên YPG, YPJ û rengên kesk-sor-zer hat xemlandin.
Li ser navê Liverpool TCŞ û Tekojînê Cûdî Hesekê û Viyan Hesekê axivîn û destnîşan kirin ku gelê Kurd ev sed sal in ji aliyê hêzên emperyalîst ve tê perçekirin û înkarkirin. Hat diyarkirin ku pergala demokratîk a li Rojava li ser bingeha azadiya jinê hatiye avakirin û li dijî DAÎŞ’ê mirovahî parastiye; lewma statuya Rojava nabe mijara bazarê.
Nûnerên Socialist Youth diyar kirin ku pergala li Rojava hatî avakirin li ser nûnertiya wekhev a hemû gel û baweriyan ava bûye. Nûneran destnîşan kir ku konfederalîzma demokratîk li ser bingeha azadiya jinê, ekolojî û demokrasiya rasterast bilind dibe û êrîşên li ser Rojava armanc dikin ku hêviyên gel bifetisînin.
Endamê Meclîsa Şaredariya Manchesterê John Warmisham diyar kir ku tekoşîna gelê Rojava rewa ye, divê piştgirî bidin berxwedana ji bo pêşerojeke demokratîk û azad û banga mezinkirina piştevaniyê di asta rêveberiyên herêmî de kir.
Di axaftina li ser navê Revolutionary Communist Group (RCG) de hat destnîşankirin ku statuya Rojava ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên cîhanê jî xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Nûner diyar kir ku lawazkirina Rojava wê bibe sedema kaos û pêvajoyeke nû ya şer û banga xurtkirina piştevaniya navneteweyî kir.
Di dema herî bi bandor a çalakiyê de keçikeke 8 salî axivî û got ku li Rojava civakeke li ser bingeha azadiya jinê, ekolojî û demokrasiya rasterast tê avakirin. Zarokê diyar kir ku ev azadiyên bi tekoşîna li dijî DAÎŞ’ê hatine bidestxistin îro di bin êrîşan de ne û banga jibîrnekirina fedakariya şehîdan kir.