Meşa Dirêj ya li Marsîlyayê bi tevlêbûna hezaran bi dawî bû
Meşa Dirêj ya li Marsîlyayê bi tevlêbûna bi hezaran kes di roja xwe ya sêyemîn de bi dawî bû.
Meşa Dirêj ya li Marsîlyayê bi tevlêbûna bi hezaran kes di roja xwe ya sêyemîn de bi dawî bû.
Meşa Dirêj a 3 rojan a li bajarê Marsîlya yê Fransayê ji bo şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di roja xwe ya sêyemîn de bi dawî bû.
Meşa 10’ê Sibatê li ber Şaredariya Martîgûes a Marsîlyayê destpê kir.
Di meşê de roja ewil 167, di rojên duyemîn û sêyemîn de jî bi sedan kes ji Marsîlya, Montpellîer, Dragûîgnan, Bordeaûx, Toûloûse, Avîgnon û Marîgnan tevlê meşê bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtinê li ber şaredariyê daxuyanî hat xwendin û dosyayek pêşkêşî şaredariyê hat kirin.
Çalakgeran êlekên bi daxwaz azadiya Abdullah Ocalan li xwe kirin û û pankartên bi heman daxwazî vekirin.
Di meşê de ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd hatibû lidarxistin, gelek belavok hatin belavkirin, posterên ji bo azadiya Abdullah Ocalan hatin daliqandin û bi sedan îmze hatin berhevkirin.
Roja destpêkê ya meşê li ber Şaredariya Komuna Marîgnan bi dawî bû. Çalakgerên ku di sibeha roja duyemîn de ji Marîgnanê ketin tevgerê, di saetên êvarê de li Îstasyona St.Antoîne roja duyemîn a meşê bidawî kirin.
Îro ji St.Antoîne heta Qada Canebîere ya Marsîlyayê meşeke girseyî hate lidarxistin. Çalakî bi mîtînga li ber Şaredariya Marsîlyayê ya li Vîeûx Portê dewam kir. Di mîtîngê de ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin, axaftin hatin kirin û meşa sê rojan bi xwendina helbesta welatparêzekê ku ji bo Abdullah Ocalan amade kiribû bi dawî bû.