Meşa dirêj ya li Fransayê di roja 5’mîn de ye
Meşa dirêj a ciwanan a li Fransayê ku ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 5’an de didome.
Meşa dirêj a ciwanan a li Fransayê ku ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 5’an de didome.
Meşê li bajarê Sîerentz ê Fransayê dest pê kir. Meşa ku ciwanên ji welatên cuda yên Ewropayê tevlê wê bûne, wê li Strasboûrgê bi dawî bibe.
Gelê Fransayê jî eleqeyeke mezin nîşanî çalakiya Meşa Dirêj a ku çar roj li pey xwe hişt dan.
Meşa roja pêncemîn saet di 10:00’an de li Selestatê destpê kir. Çalakger bi êlekên kesk, sor û zer û vekirina pankartên bi zimanê Fransî li ser hatibû nivîsandin “Ciwanên Apoyî wê bi vîna xwe Rêber Apo azad bikin” meşiyan.
Di tevahiya meşê de belavokên bi sernavê "Çima divê azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bê misogerkirin" li ser sindoqên postê û wesayîtan hatin belavkirin.
Çalakgeran ku di çarçoveya kampanyaya ji bo rakirina qedexeya PKK’ê ya ji aliyê Tevgera Azadiya Kurd ve hatiye destpêkirin îmze berhevkirin, roja pêncemîn a meşê wê li bajarê Ersteînê bi dawî bikin.