Meşa dirêj a li Marsîlyayê dest pê kir
Li bajarê Marsîlyayê ya Fransayê meşa dirêj a sê rojan ku wê komploya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were protestokirin, dest pê kir.
Li bajarê Marsîlyayê ya Fransayê meşa dirêj a sê rojan ku wê komploya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were protestokirin, dest pê kir.
Meşa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan saet di 11.00’an de li pêşiya şaredariya Martîgûes a Marsîlyayê dest pê kir.
Ji bajarên Marsîlya, Montpellîer, Dragûîgan, Bordeaûx, Toûlose, Avîgnon û Marîgnanê 167 kes tevlî meşê bûn.
Piştî rêzgirtina deqîqeyekê belavokek hate xwendin û dosyeyek pêşkêşî şaredariyê hate kirin.
Roja pêşîn a meşê wê li pêşiya Şaredariya Komuna Marîgnaneyê bi dawî bibe. Wê roja Înê çalakvan saet di 09.00’an de ji vir bi rê bikevin û biçin îstasyona St. Antoîneyê. Roja şemiyê jî wê saet di 09.00’an de heta qada Canabîere ya Marsîlyayê meşeke girseyî were kirin û li qadê wê mîtîngek were lidarxistin.