Meşa Dirêj a li Fransayê di roja duyemîn de ye

Meşa Dirêj a li bajarê Sierentz ê Fransayê, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, di roja duyemîn de ye.

Meşa Dirêj ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Sierentzê dest pê kir, di roja duyemîn de li Mulhouseyê dewam kir.

Meş bi pêşengiya tevgerên ciwanan ên şoreşger ên li Ewropayê pêk tê. Ji Elmanya, Belçîka, Fransa, Swîsre û gelek welatên Ewropayê ciwan tevlî meşê bûne.

Ciwan serê sibehê li navenda bajarê Mulhouseyê ji nû ve li hev civiyan. Her wiha aktîvîstên antîfaşîst jî tevlî ciwanan bûn.

Ciwanan tîşortên bi nivîsa "Bi îradeya ciwanên Apoyî em ê Rêber Apo azad bikin" meşiyan. Di dema meşê de bi keviran êrişî ciwanan hate kirin.

Çalakger ji bo demekê ji aliyê polîsên Fransayê ve hatin astengkirin. Piştî astengiya nîv saetê, ciwanan bi qîrîna dirûşma "Apoyî tên" meşa xwe dewam kirin.

Meş wê 11'ê Sibatê li bajarê Strasbourgê yê Fransayê bi dawî bibe.