Meşa dirêj a enternasyonalîstan a li dijî komployê didome

Enternasyonalîstên li Elmanyayê li dijî komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşin.

Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê enternasyonalîstan ve hate protestokirin. Di 23. salvegera komployê de enternasyonalîstên ku ji Frankfûrtê heta Saarbrûckenê bi dirûşmeya "Ji Ocalan re azadî" meşiyan, şeva Sêşemê li mala welatparêzên Kurd a Mannheîmê mabûn.

Li Mannheîmê ji bo enternasyonalîstan panelek derbarê jineolojiyê ji aliyê Bêrîtan Amanos ve hat lidarxistin.

Amanos di panelê de bal kişande ser nêrîna Abdullah Ocalan a li ser jinê û bi taybetî jî rola jina azad û wiha got: “Hemû jiyana Serok Apo li ser esasê têkoşîn û qazanckirina mirovan bû. Jiyana serokatî û azadiya jinê bi hev ve girêdayî ne. Ji ber ku îzolasyon û tecrîda li ser serokatî zêde bû, zext û qetlîamên li ser jinan jî zêde bûn. Di hemû plan û projeyên Rêbertiyê de azadiya jinên cîhanê hebû. Dema em û enternasyonalîst têkoşînê mezintir bikin wê azadiya Serokatî pêk were."

Enternasyonalîst danê sibehê li navenda bajarê Lûdwîgshafen li hev civiyan û ber bi bajarê Bad-Dûrkheîmê ve dest bi meşa xwe kirin.

Çalakger di roja çaremîn de wê danê êvarê bi 30 kîlometre meşê bigihêjin bajarê Bad-Dûrkheîmê. Ji vir pê ve ew ê bi wesayîtên giştî derbasî bajarê Hombûrg ê Saarlandê bibin.

Çalakger wê di roja pêncemîn a meşa li Hambûrgê de bi 19 kîlometreyan bimeşin û xwe bigihînin Saarbrûckenê. Roja Înê li navenda Saarbruckenê piştî meşeke sê saetan wê bi wesayitên giştî biçin Strasboûrg a Fransayê. Enternasyonalîst wê ji bo protestokirina komployê tevlî meş û mîtînga li vir bibin.