Meşa Dirêj a bi du rojan li Hollandayê dest pê kir

Di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re Azadî, A Niha” de, îro li Den Haagê dest bi Meşa Dirêj hat kirin.

Ji bo bidawîbûna tecrîdê û azadiya bi fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, îro di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, A Niha” de, beşê Meşa Dirêj a bi du rojan ê Hollandayê, li bajarê Den Haagê dest pê kir.

Gava meşê ku ji Radarstraat a li Den Haagê dest pê bû, wêneyekê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartê li ser ‘’Azadî ji bo Abdullah Ocalan, statu ji bo Kurdistanê’’ nivîsandî, hatin hildan. 

Meş ku li nava bajêr dewam kir, ji bo birina balê bi ser tecrîda li Îmraliyê, danezan hatin xwendin û bê navber dirûşmeyên ‘’Bê Serok Jiyan nabe’’ û ‘’Bijî Serok Apo’’ hatin berzkirin.

Meş, wê sibehê li Westerparkê ku li Polonceaûkade 23 ya Amsterdamê de ye, saet di 11.00’an de dewam bike.