Meşa dirêj a 2 rojî li Kopenhagê bi dawî bû

Meşa dirêj a ku Kurdistaniyan duh bi wesîleya 23. salvegera komploya navneteweyî li girava Zelandê dabûn destpêkirin, îro li Kopenhagê berdewam kir. Di 15’ê Sibatê de jî Kurdistanî wê li ber Şaredariya Kopenhagê çalakiya rûniştinê pêk bînin.

Meşa dirêj a ku duh bi wesîleya 23. salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girava Zeland a Danîmarkayê destpê kiribû, li Qada Nytrov a paytext Kopenhagê di roja duyemîn de bi dawî bû.

Meşa dirêj a roja duyemîn saet di 11:30’an de li ber îstasyona Svanemollen bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Meş bi axaftinên Hevserokê NCDK'ê yê Skandînavyayê Hamît Bîçen û ji parêzerên Abdullah Ocalan Cuneyt Canîş destpê kir.

Çalakgerên ku îro rêya 8 km’an meşiyan, li ber konsolosxaneyên DYE û Rûsyayê ji ber rola wan ya di komployê de ew protesto kirin.

Çalakgerên ku li kolanên qelebalix ên bajêr meşiyan ji aliyê Danîmarkiyan ve ku bi nîşaneyên serkeftinê ji malên xwe yên li ser rê piştgirî dan hatin pêşwazîkirin.

Di meşê de her tim dirûşme hatin berzkirin û belavokên danasîna Abdullah Ocalan hatin belavkirin. Di meşê de timî dirûşmeyên bi zimanê Danîmarkî û Îngîlîzî yên wek "Ji Abdullah Ocalan re azadî", "Bê Serok jiyan nabe", "Faşîst Erdogan", "Bijî Serok Apo" û "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin,. Meş li Qada VesterboTrov bi pêşkêşkirina axaftinan saet 15:00’an bi dawî bû.

15’ê Sibatê wê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd li ber Şaredariya Kopenhagê çalakiya rûniştinê ya rojekê bê lidarxistin.