Meşa ber bi Strasboûrgê di roja 2. de ye
Çalakvanên ku îro ji Mûlhoûse’yê derketin rê gihîştin Colmarê. Hewldanên provokasayonê yên polîs û faşîstan vala hat derxistin.
Çalakvanên ku îro ji Mûlhoûse’yê derketin rê gihîştin Colmarê. Hewldanên provokasayonê yên polîs û faşîstan vala hat derxistin.
Meşa dirêj a bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJIN) çend roj mayî ji bo salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di roja xwe ya duyemîn de bi dawî bû.
Meşvanan ku duh ji bajarê Sîerrentz ê Fransayê bi rê ketin, çûn Mûlhoûseê; Îro 18 km meşiyan û gihîştin bajarê Colmarê.
Endamên Civaka Kurd a Demokratîk a Swîsreyê di van 2 rojan de ciwan bi tenê nehiştin û bi wan re meşiyan û îro jî rêxistinên ciwanên şoreşger ên Ewropayê tevlî meşê bûn.
Bi tevlîbûna zêdeyî 120 aktîvîstên TCŞ û TekoJIN'ê yên ji gelek welatên Ewropayê tevlê meşê bibûn, meşa wan bi coşeke mezin dewam kir, her çiqasê ji aliyê faşîstan ve hewldanên provokasyonê jî hebûn, lê ji aliyê ciwanan ve pêşî lê hat girtin.
Polîsên Fransî jî xwestin destwerdana meşê bikin, lê ciwanan li ber xwe dan û demek dirêj rê li trafîkê girtin.
Ciwanan ji cihê ku lê mabûn meşa xwe berdewam kirin, îro jî gihiştin bajarê Colmar.
Li her bajarê ku meş lê hat rawestandin, tevlêbûna ciwanan a di nava meşê berdewam kir.
Ciwanan diyar kirin ku ew ê tu carî komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qebûl nekin û gotin ku ew ê hewldanên hêzên komploger ên ji bo teslîmgirtina vîna gelê Kurd, bi xwedî derketina li pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ vala derxînin û rêberê xwe azad bikin.
Ciwanan bi dayîna peyama, "Em ê heta 15'ê Sibatê ji bo azadiya Rêberê xwe biqîrin û li her dera Ewropayê ku lê dimînin emê komployê şermezar bikin" dan. Ciwan wê sibe meşa xwe bidomînin.
Ciwan wê çalakiya xwe bi mîtîngeke girseyî ya 12’ê Sibatê li Strasboûrgê bi dawî bikin.