Bi pêşengiya FED-MED û YJK-E NRW ya li eyaleta NRW (North Rheîn-Westfalen) ya Elmanyayê, meşa 3 rojan bi tevlîbûna bi sedan Kurdistanî li navenda bajarê Dortmûndê bi dirûşmeya "Ji Rêber Apo re Azadî, wê azadiyê biser bikeve” destpêkir. Meşa ku pankarta “Ji Rêber Apo re azadî” û wêneyên wî hatin hilgirtin, li navendên herî qelebalix ên bajêr bi saetan bi coş dewam kir.
Di tevahiya rojê de nûnerên saziyan axaftin kirin û danezanên hatinûn amadekirin xwendin.
Her yek ji Berdevka YJK-E Ayten Kaplan û Hevserokê KON-MED Engîn Sever axaftin kirin.
Ayten Kaplan wiha got: “Êrîşên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd roj bi roj berfirehtir dibin. Dewleta Tirk êrîşeke topyekûn ê îmhayê armanc dike. Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bi van êrişan ve girêdayî tê meşandin. Li Tirkiyeya ku demokrasî, mafên mirovan û huqûqê li ber çavan nayê girtin û tê xwestin ku gelên li Tirkiyeyê dijîn bên tunekirin. Dewletên Ewropayê û hikûmeta Elman ku ev hemû êrîş dîtin, bêdengiya xwe didomînin. Ji ber vê yekê gelên Kurdistanê bê navber çalakiyên xwe didomînin.”
Hevserokê KON-MED Engîn Sever jî got, “Rêber Apo 23 sal in di nava tecrîdeke giran de tê ragirtin. Tecrîd di şexsê Rêbertiya me de li ser gelê Kurdistanê tê meşandin. Rêber Apo ji bo gelê Kurd jiyana azad temsîl dike. Ji ber vê yekê divê di zûtirîn dem de azadiya wî ya fizîkî were misoger kirin. Di serî de Elmanya û hemû welatên ku di nava komploya navneteweyî de cih girtin bêdeng in û piştgiriyê didin tecrîdê. Hikûmeta Elman bi qedexekirina sazî û rengên Kurdan, li welatê xwe pergala tecrîda li Îmraliyê pêk tîne. Em weke KON-MED, tecrîda mutleq a li ser Rêber Ocalan tê meşandin qebûl nakin. Divê hikûmeta Elman demildest dest ji êrîşên xwe yên antîdemokratîk ên li dijî gelê Kurd û vîna wî ango Rêber Apo berde. Divê li dijî dewleta Tirk a faşîst helwesteke zelal nîşan bide."
Roja yekem a meşa dirêj bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana gerîla" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.
Çalakî di roja 2. de wê 11’ê Sibatê saet di navbera 11:00-17:00’an de li Heûmark a bajarê Kolnê berdewam bike.
12’ê Sibatê saet 13.00’an wê meşa fînalê li ber DGB Haûs a Dusseldorfê bê lidarxistin.