Di hilbijartinên Serokkomariyê yên ku wê di meha Nîsanê de li Fransayê bên lidarxistin de, namzetê Serokkomariyê yê herî bibandor ê eniya çep Jean-Lûc Melenchon komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. Jean-Lûc Melenchon ku bi wesîleya rojê fikrên xwe li ser hesabê xwe yê fermî yê Twîtterê parve kir wiha got: "Li Tirkiyeyê 23 sal in Ocalan di girtîgehê de ye. Hema bêje bi qasî Mandela. Ev ne dadperwerane ye. Pêwîst e Ji bo aştiyê Ocalan were azadkirin."
Jean-Lûc Melenchon ku di nav berendamên çepgir de xwedî avantaj e, li gorî anketên dawî yên li seranserê Fransayê hatine kirin, rêjeya dengên wî ji sedî 11 ye.