Mela Ovseme: Divê em azadiya Rêberê xwe misoger bikin

Mela Davûd Ovseme bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 23 sal in dîlgirtî ye û got, "Divê em azadiya Rêberê xwe misoger bikin, ku 23 sal in ji bo me di zindanê de ye."

Alîkarê Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Mela Davûd Ovseme têkildarî komploya navneteweyî axivî ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.

Mela Davûd Ovseme anî ziman, hêzên hegemonîk bandora Abdullah Ocalan a li ser gelê Kurd dîtin, lewma dest bi komployê kirin û got, "Lê belê piştî dîlgirtinê, texmîn nekirin ku Tevgera Azadiyê wê xwe nû bike. Ji xwenûkirina Tevgera Azadiyê û civaka Kurd fêhm kirin ku dîlgirtina fîzîkî ya Abdullah Ocalan bêwate ye. Ji ber ku nikarin pêşî li fikrên wî bigirin, salên dawî nahêlin ku hevdîtin pê re bê kirin. Eger em têkoşîna xwe mezintir bikin, em ê hingî azadiya fîzîkî ya Ocalan misoger bikin."

'DIVÊ ÊDÎ EM AZADIYA WÎ YA FÎZÎKÎ MISOGER BIKIN'

Alîkarê Serokê CÎK'ê Ovseme bi bîr xist ku hem enternasyonalîst hem jî gelê Kurd li dora pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' li hev civiyane û got, "Xwediyên Xelata Nobelê, rewşenbîr, nivîskarên li qada navneteweyî piştgirî dan vê pêngavê. Divê em êdî azadiya Rêberê xwe misoger bikin ku 23 sal in ji bo me di zindanê de tecrîdkirî ye. Ji ber ku ti wateya dîlgirtina wî nema ye. Her kesên ku şer, birçîbûn û dagirkeriya ji ber feraseta netewe dewletê rû dane qebûl nakin, xwedî li paradîgmaya Rêbertî derdikevin. Her kes xwe di nava paradîgmaya Ocalan de dibînin. Lewma jî her beşên civakê xwedî li paradîgmaya Rêbertî derdikevin."