Mekanê rûmet û afirîneriyê: Rojava

Tevî hemû êrîşan jî piştevaniya ji beşên cuda yên civakê ya ji bo Rojava berdewam dike.

Piştî lihevkirina Sûriye-Îsraîlê ya li gel navbeynkariya DYE’yê û daxwaza Tirkiyeyê li Parîsê hate îmzekirin, êrîşên li ser Şoreşa Rojava zêde bûn. Şer, tundî û polîtîkayên dorpêçê yê li gel êrîşên çeteyên HTŞ’ê û dewleta Tirk tê birêvebirin, berdewam dike û li hemberî van yekan di asta navneteweyî de bêdengiyeke siyasî heye û medyaya sereke hewl dide ku rewşa heyî bi nûçeyan normalîze bike. Lê belê tevî hemû êrîşan jî piştevaniyên têkildarî parastin, mezinkirin û xwedîlêderketina Şoreşa Rojava her ku diçe zêde dibe. Siyasetmedar, akademîsyen û rewşenbîrên ku ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivîn, diyar kirin ku şoreş rûmetê bi bîr dixe û peyamên xwe yên piştevaniyê radigînin.

Serokê Meclîsa Damezrîner a Ekvadorê (2007-2008) Wezîrê Enerjî û Madenvaniyê yê berê, profesorê zanîngehê û dadger Alberto Acosta ev yek anîne ziman: ‘’Fikr, xeyal û têkoşîna azadbûnê bi qasî dîroka mirovahiyê kevn e. Tecrûbeya Rojava ku beşeke girîng a têkoşîna gelê Kurd nîşan dide, di nava vê tabloyê de xwedî cihekî xweser e. Li Rojava roja îroyîn di pêşengtiya gel û jinan de li gel biryardariyeke ku zêde dibe têkoşîneke bênavber heye; rêyên nû yên hebûnê diafirîne.

Rojava rûmet û afirîneriyê tîne bîra me. Nîşanî me dide ku bi qasî ku ruhê azadkirinê li ser piyan be hêvî jî watedar e. Çapemeniya dezenformasyona gerdûnî, her çend pêvajoyên azadbûna bihêz ya weke gelê Kurd afirandiye, nîşan nede jî bandora têkoşîna li Rojava sînoran derbas dike. Em ji Çiyayên Andê yên Emerîkaya Başûr vê berxwedana bênavber û afirîner bi heyranî temaşe dikin.’’

Profesorê Zanîngeha Alberto Hurtadoyê ya Şîlîyê û koordînatorê Labourtransfer Schoolê Maurizio Athenzenî jî ev yek anîne ziman: ‘’Têkoşîna li Rojava bes ne têkoşîna gelê Kurd a xwerizgarkirina ji rêveberiya veguhêz a Sûriyeyê yan jî ya diyarkirina çarenûsa xwe ye. Di heman demê de parêzvanê pêvajoyekesiyasî ya şoreşger e ku xwe dispêre sosyalîzm, kooperatîfvanî û prensîbên başiya hevpar. Ji ber wê yekê piştevaniya ji bo tecrûbeya demokratîk, rêveberiya xweser û antîbaviksalarî gelekî girîng e.’’

Fîlozofê Fransiz, profesorê Enstîtuya Mines Telecomê û lêkolînerê Zanîngeha Cite ya Parîsê Fabrice Flipo jî gotiye: ‘’Şervanên Rojava, li gel têkoşîna xwe ya li dijî DAÎŞ’ê ji aliyê gelên cîhanê û bi taybetî jî Ewropayê ve roleke girîng lîstin. Rêveberiya ku li Rojava derketiye holê, bi taybetî jî li welatên ku tevgerên muhafazakar xurt dibin ji bo me hemûyan bû çavkaniya îlhamê. Divê hemû kesên azadîxwaz, wekhevîxwaz û demokratîk piştgiriyê bidin vê tecrûbeyê. Ev banga min di serî de ji hikûmet, partî û tevgerên pêşvexwaz û di heman demê de çapemeniya sereke ya di mijara Kurdistanê de zêde dengê xwe nake re ye; piştgiriyê bidin Kurdistanê.’’