Lîstikvanên futbolê yên Yewnan piştgirî dan Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê
Di maça futbolê de ku li Atînayê hate lîstin, işaret bi êrîşên dewleta Tirk a faşîst hate kirin û hate gotin, "Li dijî sûcên şer ên rejîma Tirk em bi gerîlayên Kurd re ne."
Di maça futbolê de ku li Atînayê hate lîstin, işaret bi êrîşên dewleta Tirk a faşîst hate kirin û hate gotin, "Li dijî sûcên şer ên rejîma Tirk em bi gerîlayên Kurd re ne."
Li paytexta Yewnanistan Atînayê, di maça futbolê de ku bi pêşengiya ciwanên Kurd û enternasyonalîst hate lîstin, futbolvan û temaşevanan bal kişandin ser êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî mirovahiyê.
Di maça futbolê de pankartên bi nivîsa "Na ji bikaranîna çekên kîmyewî re, piştgiriyê bidin Gerîlayên Azadiyê yên Kurd re" hatin hildan.
Ji bo piştgiriya bi gelê Kurd re dûyê bi rengê kesk, sor û zer jî hate bilindkirin.
Di encama maçê de tîma Αστέρας Εξαρχείων (Stêrkên Exarchia) bi encama 2-1 li hemberî tîma Αλσουπολη (Alsûpolîs) bi ser ket.