Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê, bi pêşengiya ciwanên enternasyonalîst di bin pankarta “Defend Rojava” de meşek pêk hat. Ciwanên ku li Helvetiaplatzê hatin cem hev, ji wir dest bi meşê kirin, di nav kolanên cuda yên bajêr de geriyan û peyamên piştgiriya Rojava gihandin raya giştî.
Her çend tîmên polîsan di hin xalên meşê de xwestin pêşiya meşê bigirin jî, çalakgeran rêyên xwe guhertin û çalakiya xwe domandin. Ciwanan destnîşan kir ku berxwedana Rojava û destkeftiyên wê radestî paşmayiyên DAIŞ’ê nayên kirin.
Di dema meşê de herî zêde sloganên “Defend Rojava”, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berz kirin. Çalakî li Helvetiaplatzê, ango li cihê ku lê dest pê kiribû, bi dawî bû.