Li Zurîhê çalakiya ‘Azadî Ji Bo Ecevît Pîroglû’ hate lidarxistin

Beriya danişîna biryarê yê Şoreşgerê Tirk Ecevît Pîroglû ku bi biryara radestkirina Tirkiyeyê ev salek û nîv e li Sirbîstanê tê girtin, çalakî hat li dar xistin.

Pêkhateyên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH), bi daxwaza berdana Ecevît Pîroglû li ber Konsolosxaneya Sirbîstanê ya li bajarê Zurîhê daxuyanî dan.

Daxuyanî bi zimanê Elmanî hate xwendin. Di çalakiyê de hat diyarkirin ku piştî ku Ecevît Pîroglû di 24’ê Hezîrana 2021’an de li balafirgeha Sirbîstanê hate destgîrkirin, 18 meh neheqî lê hatiye kirin û wiha hate gotin: “Ecevît Pîroglû li hemberî binpêkirinên mafan û bêhiqûqiyên di vê demê de, greva birçîbûnê ya 136 rojan pêk anî. Ecevît Pîroglû ku ji sala 1992’an û vir ve li Tirkiyeyê têkoşîna demokrasî û sosyalîzmê dide, şoreşgerekî enternasyonalîst ê Tirkiyeyê ye ku cihê xwe di Berxwedana Gezî û Şoreşa Rojava de girt.”

Di daxuyaniyê de bang li dewleta Sirbîstanê hat kirin ku di danişîna biryarê ku di 18’ê Çileyê de wê pêk were de, bêhiqûqî û bêedaletiya li ser Ecevît Pîroglû bê rakirin û wiha hat gotin: “Em dixwazin şert û mercên darizandina adil ji bo Ecevît Pîroglû bên afirandin, daxwaza penaberiyê ji aliyê dewleta Sirbîstanê ve were qebûlkirin û bila bê berdan.“

Çalakî di şexsê Ecevît Pîroglû de bi berzkirina dirûşmeyên banga berdana girtiyên siyasî bi dawî bû.