Li Zurîhê bi pêşengiya jinan êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin
Kurdistaniyan li Zurîhê bi pêşengiya jinan êrîşên dagirkirinê protesto kirin.
Kurdistaniyan li Zurîhê bi pêşengiya jinan êrîşên dagirkirinê protesto kirin.
Li bajarê Zurîhê yê Swîsreyê, bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin protestokirin.
Di çalakiya li ber Sefaretxaneya Tirkiyeyê hat lidar xistin de desthilatdariya AKP-MHP û hevkariya PDK’ê ya bi wan re hatin protestokirin.
Hevserokê CDK-S’ê Îsmaîl Kardaş ê di çalakiyê de daxuyanî da çapemeniyê da zanîn ku wê Kurd di her warî de li berxwe bidin û bang li her kesî kir ku li dijî dagirkeriyê dengê xwe bilind bikin.
Piştî daxuyaniya çapemeniyê çalakvanan dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Di çalakiyê de bi Kurdî, Tirkî û Elmanî dirûşm hatin berzkirin û berxwedana gêrîlayan hat silavkirin.