Li Zurîh û Viyanayê salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava hat pîrozkirin
Salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava li bajarên Zurîh a Swîsreyê û Viyana ya Awûstûryayê bi çalakiyan hat pîrozkirin.
Salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava li bajarên Zurîh a Swîsreyê û Viyana ya Awûstûryayê bi çalakiyan hat pîrozkirin.
Komîteya Rojava ya Zurîhê, Civaka Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S), Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S), Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Tevgera Ciwanên Kurd ên Şoreşger (TCŞ) û Teko-Jin ji bo bîranîna salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava û şehîdên şoreşê merasîmek a hewaya vekirî lidar xistin. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan tevlî merasîmê bûn.
Li Halvetîaplatzê ji bo bîranîna şehîdên Şoreşa Rojava deqeyek rêz hat girtin û pişte li ser navê komîteya pîrozbahiyê, beşdarvan hatin silavkirin. Li ser navê Komîteya Rojava ya Zurîhê daxuyaniyek hat dayîn û wiha hat gotin: “Em enternasyonalîst sînorên dewletan nakin xem. Rizgarbûna mirovên li wê derê ji her tiştî girîngtir e. Dibe ku ji me dûr bin lê şoreşek ku jiyana me bandor kir çêbû. Şervanên YPJ û YPG’ê şoreşa 19’ê Tîrmehê mezin kirin û DAÎŞ têk birin. Şoreşa Rojava her tim bi êrîşên dewleta Tirk re rû bi rû ma. Îro jî dema salvegera 10’emîn şoreşê tê pîrozkirin, Şoreşa Rojava dîsa gefan ji dewleta Tirk dixwe. Em banga parastina Rojava li her kesê dikin.”
Li ser navê CDK-S û YJK-S’ê Selma Suren axivî. Suren bal kişand ku di bingehê şoreşa Rojava de, şoreşa jinê heye û şoreşa Rojava di serî de li jinan û hemû gelan pîroz kir.
Li ser navê PYD’ê ya Swîsreyê Heval Elî axaftinek kurt kir. Elî anî ziman ku ew minetdarê avakerên şoreşa Rojava ne û gelê ku hatî pîrozbahiyê pîroz kir. Hevserokê Giştî yê PYD’ê Salih Muslim bi telefonê beşdarî pîrozbahiyê bû û xîtabî beşdarvanan kir. Muslim di axaftina xwe de anî ziman ku ew bi hezaran kîlometreyan dûr jî be, kesên ku keyfa wan bi şoreşa Rojava xweş dibe û ji bo wê têdikoşin silav kir.
‘ŞOREŞA ROJAVA ŞOREŞA GELAN E’
“Ez ji Rojava silavên xwe ji hemû gelê me yê tevlî pîrozbahiyê bûne re dişînim. Salvegera şoreşa Rojava li me hemûyan pîroz be. Di 19'ê Tîrmehê de me dest bi şoreşê kir. 10 sal derbas bûn. Me xwe li Rojava îspat kir. Me ev şoreş bi tena serê xwe nekir, me bi hevalên xwe re pêk anî.
Li ber şehîdên ku li Ewropa, Elmanya, Swîsre û Awûstralyayê tevlî Şoreşa Rojava bûne û ji bo vê şoreşê canê xwe dane, ez bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Hem di berxwedana Rojava û hem jî di berxwedana Kobanê de bi me re bûn. Ev şoreş şoreşa gelan e. Şoreşgerên Enternasyonal ên ku di vê şoreşê de şehîd ketine, em bi wan serfirazin. Em di kêfxweşî û xemgîniyê de bi wan re ne. Me ji bo şoreşê bi hev re xwîn û can da. Şoreşa Rojava şoreşa hemû gelên ku li Rojava dijîn e. Şoreşa hevpar a gelên Ereb, Sûryanî û Ermeniyan e. Şoreş li me hemûyan pîroz be.”
Aktîvîsta navneteweyî ya li Rojava Grûss Petschaffen bi rêya dîmen peyameke pîrozbahiyê şand.
Piştî axaftinan hunermend Berfîn Demîr û Sercan Kobanê derketin ser dikê. Li ber stranên gelerî govend hatin gerandin.
Aktîvîstên Antîfa ku derketin ser banê avahiyek li nêzî meydana Helvetîaplatzê, pankarta silavkirina şoreşa Rojava vekirin.
Çalakiya pîrozbahiyê bi gerandina govendên li ber stranên hunermendên TEV-ÇAND a Swîsreyê dewam kir.
VIYANA
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê 10. salvegera Şoreşa Rojava bi meş û mîhrîcanekê hat pîrozkirin.
Bi sedan dostên Kurd û enternasyonalîst saet di 14’an de li Chrîstîan Broda Platzê li hev civiyan û ber bi Heldenplatzê ve meşiyan. Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Şoreşa Rojava”, “Bijî YPG”, “Bijî YPJ” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
Li Heldenplatzê 10. salvegera Şoreşa Rojava bi gerandina dîlan û govendan hat pîrozkirin.