Li Zanîngeha Cenevreyê standa 8’ê Adarê hat danîn
Komaleya Xwendekarên Kurd ên Zanîngeha Cenevreyê (Adek) di çarçoveya 8’ê Adarê de li zanîngehê stand danîn û têkildarî têkoşîna azadiya jinan agahî dan.
Komaleya Xwendekarên Kurd ên Zanîngeha Cenevreyê (Adek) di çarçoveya 8’ê Adarê de li zanîngehê stand danîn û têkildarî têkoşîna azadiya jinan agahî dan.
Komaleya Xwendekarên Kurd ên Zanîngeha Cenevreyê (Adek) bi wesîleya 8’ê Adarê li Zanîngeha Cenevreyê standê vekir û bal kişand ser têkoşîna azadiya jinan a li Kurdistanê.
Stand di saetên sibehê de hate vekirin û derbarê têkoşîna jinan a li Kurdistanê agahî hate dayîn. Xwendekaran di standê de pankarta, “Jin, Jiyan, Azadî – La femme, la vie, la liberte” vekirin.
Her wiha danezanên bi Fransî ya li ser têkoşîna jinan a li Kurdistanê, belav kirin. Xwendekarên zanîngehê û kesên serdanê kirin, eleqeyekî mezin nîşan dan.
DERBARÊ ADEKÊ DE
Adek wekî deng û xalê li hev civinê ya xwendekarên Kurd ên li Zanîngeha Cenevreyê xebatê dike. Komaleyê dihêle ku endam têkilî danin û fikrên xwe parve bikin û armanc dike ku mîrateya çandî ya Kurdî were parvekirin.
Adekê bernameyên çandî, civakî û akademîk li dar dixe û ji bo baştir fêmkikrina mijarên çanda Kurdî û civakî û teşvîkkirina diyaloga di navbera çandan de konferansan li dar dixe.