Li Yewnanistanê meşa 2 rojan a li dijî komployê -NÛ BÛ
Li Yewnanistanê li dijî komployê meşeke dirêj a ji bo 2 rojan dest pê kir. Di meşê de ev peyam hate dayin: "Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em bi Rêberê xwe re ne."
Li Yewnanistanê li dijî komployê meşeke dirêj a ji bo 2 rojan dest pê kir. Di meşê de ev peyam hate dayin: "Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em bi Rêberê xwe re ne."
Li Yewnanistanê meşa 2 rojan a li dijî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê li bajarê Maratonayê dest pê kir.
Meş bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û TÊKO-JIN bi dirûşma "Bi Rêber Apo re azadî, azadî wê bi ser bikeve" pêk tê û wê 2 rojan dewam dike. Bi sedan Kurdistanî û ciwan li navenda bajarê Maratonayê li hev civiyan. Meş li navendên herî qelebalix ên bajêr bi saetan dewam kir.
'HETA DILOPA DAWÎ YA XWÎNA XWE EM BI RÊBERÊ XWE RE NE'
Di dema çalakiyê de Erkan Ekîncî, Elenî Vasîlopolo û Endamê Komîteya Navendî ya Syrîza Angelos Gogoglû axivîn.
Hevserokê Navenda Çanda Erkan Ekîncî got, "Plana wan ew bû ku bi dîlgirtina Rêbertî pêşî li Kurdan bigirin û bêbandor bikin. Lê belê bi ser neketin. Niha li gelek welatên Ewropayê çalakiyên meşên dirêj tên lidarxistin. Em ji vê carê careke din bang dikin; heta dilopa dawî ya xwîna xwe em bi Rêberê xwe re ne."
Elenî Vasîlopolo jî bi bîr xist ku Abdullah Ocalan dema hat Yewnanistanê ew biçûk bû û hingî ew dît û got, "Ew bû hêvî ji gelan re."
Roja destpêkê ya Meşa Dirêj bi dirûşma "Bê Serok Jiyan Nabe", "Bijî Serok Apo" dewam dike.