Li Winterthurê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hate vekirin
Li bajarê Winterthur ê Swîsreyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hate vekirin.
Li bajarê Winterthur ê Swîsreyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hate vekirin.
Li bajarê Winterthur ê Kantona Zurîh a Swîsreyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hate vekirin. Vekirina Navenda Civaka Kurd a li Winterthur ku nêzî 200 malbatên welatparêz lê dijîn, rastî eleqeyek mezin hat.
Komeleya Civaka Demokratîk a Kurd a li navnîşana Ashale-Oberer Deutweg 4, 8400 Wintherthur wê ji bo koçberên Kurdistanî û Tirkiyeyî bibe navendek.
'EM Ê DESTKETIYÊN XWE BIPARÊZIN'
Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Winterthur Îbrahîm Guner silav li beşdaran kir û axaftinek kurt kir. Guner bal kişand ser parastina destkeftiyên gelê Kurd ên di pêvajoya hebûn û rizgariya bi dehan salan de û got, "Girîngiya meclîsê di warê parastina destkeftiyên bi kedeke mezin de hatine bidestxistin careke din derketiye holê. Vekirina avahiya komeleya me ji bo me pir girîng û watedar e. Ji ber ku rê dide gelê me û dostên me yên şoreşger li gorî çanda xwe, xwe îfade bikin û bersivê bidin pêdiviyên xwe."
‘BERPIRSYARIYEKE MEZIN DIKEVE SER MILÊ KURDISTANIYÊN LI DÎASPORAYÊ’
Hevserokê Konseya Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) Îsmaîl Kardaş jî ku beşdarî vekirinê bû bal kişand ser êrîşên dagirkerî û komkujiyê yên li Kurdistanê û got:
"Tevî gefên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê xaka Rojava, berxwedana gerîlayan careke din li Zapê xwe nîşan da. Vekişîna dewleta Tirk ji Zapê ji bo me gaveke gelekî girîng e. Di demeke nêz de wê li Tirkiyeyê hilbijartinek bê kirin. Berxwedana gerîla siyaseta navxweyî ya Tirkiyeyê bi kûrahî dihejîne. Ji bo ku ev berxwedan gavek din pêş de biçe, berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê Kurdistaniyên li Dîasporayê dijîn. Bi hişmendiya welatparêziyê li ku dibe bila bibe, em ê xwedî li destkeftiyên gelê Kurd derkevin û li dijî êrîşan biparêzin.”
Piştî axaftinan çalakî bi peyamên pîrozbahiyê yên saziyên şoreşger ên Swîsre û Tirkiyeyê yên têkildarî vekirinê berdewam kir.