BI DÎMEN

Li Viyanayê resepsiyona Newrozê

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi hevkariya Feykom û şaredariyê resepsiyona Newrozê hate lidarxistin.

Resepsiyon li avahiya şaredariyê hate lidarxistin. Gelek siyasetmedar, dîplomat, nûnerên civaka sivîl û mêhvan beşdar bûn.

Di merasîmê de bi taybet spasiya Sefîrê Bilind ê Awûstûryayê lan Biggs, Musteşara Sefareta Bilind a Estonyayê Elîna Seppet, Alîkara Midûr a Sefareta Bilind a Fînlandiya Anna Salovaara, dîplomata Andorra Marta Salvat û Delegeya Hikûmeta Katalonya Kristina Schreiber hate kirin.

Her wiha Serokkomarê berê yê Awûstûryayê Dr. Heinz Fischer, endamên Konseya Neteweyî Olga Voglauer, Alma Zadic, Kai Jan Krainer, Paul Stich, ji Dîrektora Odeya Karkeran a Viyana Silvia Hruska Frank, ji Cemaata Yahudî ya Viyana Raimund Fastenbauer, ji Civata Çandê ya Awûstûrya-Ermenî Beransch Hartunian, ji Kîlîseya Ortodoks a Antakya Suryanî Ralph Schallmeier Gunel û ji çar parçeyên Kurdistanê partiyên siyasî jî di merasîmê de cih girtin.

Di axaftinên li resepsiyonê hatin kirin de, hate destnîşankirin ku Newroz ji bo gelê Kurd sembola azadî, berxwedan û piştevaniyê ye.

Beşdaran bal kişand ser tevkariya civaka Kurd a ji bo jiyana demokratîk û têkoşîna jinan.

Di çarçoveya bernameyê de hunermend Sînan Hezer di pêşangeha têkildarî koç, azadî û berxwedanê de bi beşdaran re civiya. Di axaftinan de bangên aştî, diyalog û piştevaniya navneteweyî derketin pêş.

Serokkomarê berê yê Awûstûryayê Heinz Fischer jî diyar kir ku civaka Kurd a li Viyanayê tevkariyên girîng li çêkera pirçandî kiriye û anî ziman ku cudahî divê bibin hêzeke yekgirtî.

Ji Meclîsa Neteweyî Pia Wieninger diyar kir ku Newroz ronahiya li dijî tarîtiyê û azadiya li dijî zextê ye.

Siyasetmedar û akademîsyen Hişyar Ozsoy destnîşan kir ku Newroz çîroka hêvî, azadî û berxwedanê ye.

Di dawiya resepsiyonê de hate ragihandin ku di rojên pêş de jî wê li bajêr ji bo Newrozê şahî dewam bikin.

20’ê Adara 2026’an li Heldenplatz bi pêşengiya ciwanên Kurd û xwendekaran wê şahiya qada vekirî were lidarxistin. Saet 17.00’an wê li Karlsplatz meşa meşaleyî were lidarxistin û piştre li Heldenplatz bername destpê bike.

22’yê Adara 2026’an roja Yekşemê jî saet 14.00’an wê li Gasometer bernameya Newrozê were lidarxistin û Erol Berxwedan, Gonul Dîlan, Hasan Alî, Hamît Urmiye, Koma Bezar, Koma Dem û Hozan Arian derkevin ser dikê. Omer Ocalan jî wê weke axaftvan beşdar bibe.