Li paytexta Awistiralya Viyanayê, bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Avesta li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî li dijî êrîşên li ser Rojava çalakiya protestoyî hat lidarxistin.
Çalakvanan li pêşiya avahiyê nêzî du saetan dirûşmeya, “Stopp die Massaker in Kurdistan” (Komkujiya li Kurdistanê rawestîne) berzkirin.
Di çarçoveya çalakiyê de, dosya radestî rayedarên NY’ê hate kirin. Di dosyayê de êrîşên li ser Rojava hate destgirtin û bêdengiya welatên Ewropayê hate rexnekirin. Hate diyarkirin ku di dosyaya hatî pêşkêşkirin de, îmzeyên zêdeyî 500 siyasetmedarên ji Awistiralya, Swîsre û Elmanyayê, nûnerên sendîkayên cuda û gelek navên naskirî cih digrin.
Jinan banga piştevaniyê ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û berxwedana gel a li Rojava hate kirin. Her wiha bang li raya giştî ya navneteweyî hate kirin ku berpirsyariyê bigrin.
Protesto, bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.