Li Viyanayê kampanyaya îmzeyan û protestoya komployê

Li paytexta Viyanayê li dijî qedexeya li ser PKK'ê îmze hatin komkirin, komploya navnatewî tê şermezarkirin.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê ji bo kampanyaya îmzeyan a têkilî qedexeya li ser PKK'ê stand hate vekirin û îmze hatin komkirin.

Bi organîzeya Civaka Demokratîk a Kurd duh li Viyanyaê li meydana dêra dîrokî ya Viyanayê Stephansplatzê stand hate danîn û îmze hatin komkirin, belavok hatin belavkirin.

Her wiha îro jî li meydana li pêşberî Wîen Westbahnhofê kom bûn û komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin. Bang li Kurdan û dostên wan htae kirin ku li dijî komployê derkevin qadan.

Çalakî saet Wîen Westbahnhofê saet 14:00'an wê dest pê bike.