BI DÎMEN

Li Viyana rojeva Rojava: Berxwedan bang li hemû saziyên Kurdistanê kir ku bibin 'yek'

Di civîna Viyanayê de siyasetmedarê Kurd Mustafa Sarikaya axivî û diyar kir ku êrîşên li ser Rojava ruhê netewî yê gelê Kurd xurtir kiriye. Sarikaya got ku gel bang li hemû saziyên Kurdistanê dike ku yekitiya xwe ava bikin û herin kongreya netewî.

Piştî peymana li Parîsê ya di navbera DYA, Îngiltere, Fransa, Îsraîl, Tirkiye û Sûriyeyê de, êrîşên li ser Rojava û berxwedana gelê Kurd li bajarê Viyana yê Awusturyayê di civîneke gel de hatin nirxandin. Siyasetmedarê Kurd Mustafa Sarikaya beşdarî civînê bû.

Civîna ku gelê Kurd ê li Viyanayê eleqeyeke mezin nîşan da, bi beşdariyeke girseyî pêk hat. Bername bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Piştre Sarikaya axivî û destnîşan kir ku hêzên emperyalîst dixwazin cîhan û Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe ji nû ve dîzayn bikin da ku sermaye bi hêsanî tevbigere. Sarikaya anî ziman ku hêzên ku dixwazin rezervên enerjiyê yên li Rojhilata Navîn bixin bin kontrola xwe, gelan bi hev didin qirkirin û got ku plana operasyoneke leşkerî li dijî Îranê jî di rojevê de ye.

Sarikaya diyar kir ku piştî Rêveberiya Xweser a Rojava ragihand ku ew ê li gorî berjewendiyên van hêzan tevnegere, biryara şikandina vîna Kurdan û tasfiyekirina Rojava hatiye girtin.

Sarikaya bal kişand ser biryara berxwedanê ya li axa Kurdistanê ya li dijî van êrîşan û got ku Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê, li Ewropa û li gelek deverên cîhanê daketin qadan û li berxwe dan; ev yek jî Kurdên Rojava ji qirkirinê rizgar kir.

Sarikaya diyar kir ku êrîşan ruhê yekitiya netewî di nav gelê Kurd de xurtir kiriye û got ku gelê Kurd bang li hemû saziyên li Kurdistanê dike ku yekitiya xwe ava bikin û ber bi kongreya netewî ve gavan biavêjin.

Civîna ku bi eleqeyeke mezin hat şopandin, piştî bersivandina pirsên li ser pêvajoya siyasî bi dawî bû.