Li Venedîkê Komxebata Navneteweyî ya ji bo Aştiya Cîhanê hat lidarxistin

Nûnerên ku ji Kurdistan, Kolombiya, Bask û Sahra Efrîqayê hatin, komxebatek li dar xistin û qala girîngiya têkoşîna bi hev re kirin.

Li bajarê Venedîk ê Îtalyayê bi tevlêbûna nûnerên gelên bindest, Komxebata Navneteweyî ya Ji Bo Aştiya Cîhanî hat lidarxistin. Global Rîghts a ku navenda wê Mîlano ye, komxebat organîze kir. Nûnerên gelên ku ji cihên cuda yên cîhanê têkoşîna azadiyê didin, tev li komxebatê bûn.

Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdisanê (KNK) Adem Ûzûn, Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asya Abdûllah, Hevserokê Tevgera Azadî Tara Hisên û Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li ser navê gelê Kurd tev li komxebatê bûn. Her wiha ji Kolombiyayê Sekreterê Giştî yê Partiya Comûnes a ku ji aliyê rêxistina FARC’ê ve hatî avakirin Gabrîel Angel û Endamê Komîsyona Heq û Edaletê ya dema Aştiya Kolombiyayê Carlos Berîstaîn, ji Departmana Têkîliyên Navneteweyî ya herêma Baskê Aîmar Etxeberrîa Korta, Nûnera Eniya Rojava-Sahra Polîsarîo Fatima Mahfûd û gelek rêxistinên sivîl ên Îtalî jî li komxebatê cih girtin.

Hevseroka PYD’ê Asya Abdûllah di civînê de axivî û bi berfirehî qala avabûna PYD’ê, têkoşîna beriya Şoreşa Rojava, roja îroyîn a Şoreşa Rojava û êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava kir.

Endamê KNK’ê Adem Ûzûn jî qala pirsgirêka Kurd a li Rojhilata Navîn û hewldana hêzên hegemonîk a navneteweyî ya ji bo neçareserkirina vê pirsgirêkê, kir.

Nûnerên gelên din jî qala pirsgirêkên ku ji bo çêkirina aştiya li herêmên xwe kirin û girîngiya têkoşîna bi hev re kir.

Komxebat piştî biryara beşdaran a bi organîzasyonek berfirehtir a hatina ba hev, bi dawî bû.