Li Vancouverê şehîdên Rojava û Rojhilat hatin bîranîn

Li bajarê Vancouver ê Kanadayê, şervanên ku li Rojava di êrişên komên ser bi hikumeta demkî ya Şamê de şehîd bûn û şehîdên Rojhilat hatin bîranîn.

Çalakiya bîranînê li navenda Mesopotamia Kurdish Community (Vancouver Kurdish Community) hate lidarxistin û ji çar aliyên Kurdistanê gelek kes tevlî bûn.

Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên azadiyê yên Kurdistanê destpê kir. Piştre sirûda 'Ey Reqîb' hate xwendin.

Hevserokên komeleyê li bîranînê axivîn û gelê Kurd û dostên wan ên li Vancouverê rabû ser piyan silav kirin.

Hevserokan bal kişandin ser hêza têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û gotin, "Li Rojava û Rojhilat Kurd hatin qetilkirin, lê belê ti carî serî netewandin. Wê berxwedan û xwedîderketina li destketiyan dewam bikin."

Hevserokan êrişên li ser Rojava nirxandin û gotin, "Tirkiye, Ewropa, Îsraîl û DYE'yê bi destê çeteyên barbar xwestin neteweya Kurd bifetisînin, lê belê Kurdan ev plan têk birin."

Di axaftinan de hate ragihandin ku êrişên li ser Rojhilat jî dewama heman konseptê ye û hate gotin, "Divê Kurd ji bo Rojhilat timî li ser piyan bin."

Çalakiya bîranînê bi peyamên piştevaniyê bi dawî bû.