Li Torontoyê protestoya 15’ê Sibatê

Meşa protestoyî ya li bjaraê Toronto yê Kanadayê hat lidar xistin rastî eleqeyek mezin ê Kandayiyan hat.

23. salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Toronto yê Kanadayê bi meşeke mezin hat protestokirin.

Girse roja Yekşemê saet di 14:00’an de li Bloor Yonge li hev civiya û ber bi qada Şaredariyê ve meşiya.

Endamên Meclisa Gelê Kurd û Kurdistaniyan ku tevî sermaya 20 derece li binê sifrê hatin gel hev. Di çalakiyê de bi domdarî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Abdullah Ocalan ne bi tenê ye”, “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Terorîst Erdogan” hatin berzkirin.

Kanadayiyan eleqeyeke mezin nîşanî çalakiya ku ji aliyê Kurdan ve hat lidarxistin dan. Bi sedan belavokên ku hinceta kampanyaya îmzeyan û komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vedigot, di demeke kin de hatin belavkirin. Pirsên Kanadayiyan hatin bersivandin.

Di meşê de ji bo PKK ji lîsteya terorê bê derxistin bi sedan îmze hatin berhevkirin.

Di daxuyaniya li ser navê Meclîsa Kurd a Demokratîk a Torontoyê ya li Meydana Şaredariyê hat dayîn de hate gotin, “Berxwedana mezin a gelê me û dostên me di çarçoveya pêngava "Dem dema azadiyê, azadî wê bi ser bikeve" de bê navber dewam dike. Li ser esasê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bi xwedî derketina li Rêbertî em azadiya xwe bi dest bixin, ev peywira me ya dîrokî ye.”

“Roja xwedîderketina li Rêbertiyê û hilweşandina pergala tecrîda Îmraliyê ye!” hat gotin.

Çalakî bi axaftinên li qada Şaredariyê û berzkirina berdewam a dirûşmeyên "Ji Abdullah Ocalan re azadî" û "Freedom for Ocalan" bi dawî bû.