Li Torontoyê bang li CPT hate kirin: Wezîfeya xwe bike!
Li bajarê Toronto yê Kanadayê, Kurd tevî dostên xwe daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdan û tecrîda li Îmraliyê şermezar kirin.
Li bajarê Toronto yê Kanadayê, Kurd tevî dostên xwe daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdan û tecrîda li Îmraliyê şermezar kirin.
Bi banga Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Torontoyê, çalakger li ber avahiya Navenda Civaka Kurd li hev kom bûn û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê Kurd şermezar kirin û bang li CPT kirin ku têkildarî serdana xwe ya li Îmraliyê daxuyaniyê bide.
Di dema çalakiyê de bi navê Meclîsa Kurd a Demokratîk a Torontoyê daxuyaniyek hate dayin û hate gotin, "Rêberê me bi CPT re rûneniştiye. Çima rûneniştiye? Ya ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yan jî ji bo şermezarkirina tecrîdê hevdîtin nekiriye. CPT wezîfeya xwe bi cih nîne."
Meclîsa Kurd hişyarî da û got, "Dijminên me bi agirekî mezin dilîzin" û bi dewamî got, "Bila kes bi agir nelîze. Bila kes sebra gelê Kurd neceribîne."
Di daxuyaniyê de ji bo mezinkirina têkoşînê bang hate kirin.