Li Torontoyê 15’ê Gulanê hat pîrozkirin
Li bajarê Toronto ya Kanadayê 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyên cur bi cur hat pîrozkirin.
Li bajarê Toronto ya Kanadayê 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyên cur bi cur hat pîrozkirin.
Di 15’ê Gulanê de li bajarê Toronto ya Kanadayê, ji bo pîrozkirina Cejna Zimanê Kurdî çalakiyek çandî hate lidarxistin. Ji dengbêjiyê, heta pêşkêşkirinên akademîk, xwendina helbestan û pêşkêşkirina sinevizyon gelek çalakî pêk hatin. Di axaftinan de behsa berxwedana dîrokî ya zimanê Kurdî û girîngiya têkoşînê hat kirin.
Bername bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê dest pê kir, piştre sinevizyon hate temaşekirin.
Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Kanadayê di çalakiyê de gotin, "Zimanê Kurdî nasnameya gelekî ye. Xwedî li ziman derketin tê wateya xwedî li hebûna xwe derketine. Divê zimanê Kurdî statuyek qanûnî bi dest bixe û di hemû qadên jiyanê de bi azadî were bikar anîn."
Mamoste Serhad, diyar kir ku zimanê Kurdî beşek bingehîn a hebûna gel e û got, "Ger zimanê Kurdî hebe, em jî hene. Bi salan hewl dan zimanê me tune bikin, lê kevneşopiya dengbêjiyê zimanê Kurdî zindî hişt. Em ê bi axaftin û nivîsandina wê vî zimanî biparêzin."
Mezûna Beşa Lêkolînên Kurdî li Zanîngeha Mardîn Artûkluyê Roza Sierra, jî lêkolînek pêşkêş kir û pêşketina dîrokî ya zimanê Kurdî, polîtîkayên înkarkirinê û lêkolînên akademîk nirxand.
Di çarçoveya bernameyê de, Roza Sierra performansek ji muzîka dengbêjî û erbane pêşkêş kir.
Çalakî bi gerandina govendên gelêrî yên Kurdî bi dawî bû.