Li Sydneyê tecrîd hate protestokirin

Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Sydney a Awûstralyayê bi çalakiyeke hate protestokirin.

Çalakî bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hate organîzekirin. Kurdistanî û dostên wan tevlî çalakiyê bûn. 

Çalakî li qada Town Hallê hate lidarxistin. Di çalakiyê de li ser navê organîzatoran daxuyanî hate dayîn. 

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê ti carî neyê qebûlkirin û azadiya Ocalan hate xwestin.

Komîteya Amedekar bal kişand li ser serdana dawî ya Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyan (CPT) û wiha got: "Rêbertiya me 24 sal in bi awayekî fîzîkî tê dîlgirtin û bi vê yekê re 21 meh in bi ti awayî ne bi parêzer ne jî bi malbatê re hevdîtîn nayê kirin.  Em tecrîdê qebûl nakin û em ê her tim têbikoşin."

Nivîskarê Rojnameya Green Left Weekly Peter Boyle, beşdarî çalakiyê bû û bang li hikumeta Awûstralyayê kir ku ji bo dawîanîna li tecrîdê zextê li hikumeta Tirk bike. 

Boyle got: "Birêz Ocalan ji bo  aştiyeke mayînde ya gelên li Rojhilata Navîn dikare rolek mezin bilîze û xwedî vê hêzê ye."

Boyle bangeke wiha kir: "Em dizanin ku Serokwezîrê Awûstralyayê birêz Anthony Albanese ji bo azadiya Nelson Mandela xebatên çawa kir. Divê ji bo azadiya Birêz Ocalan jî rola xwe bilîze."

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên ji bo Abdullah Ocalan bi dawî bû.