Li Sydneyê panela Şoreşa Rojava: Pêvajo hesas e, hevgirtin girîng e
Li bajarê Sydney a Awûstralyayê bi pêşengiya rojnameya Green Leftê panelek hat lidar xistin. Di panelê de Şoreşa Rojava û geşedanên li herêmê hatin nirxandin.
Li bajarê Sydney a Awûstralyayê bi pêşengiya rojnameya Green Leftê panelek hat lidar xistin. Di panelê de Şoreşa Rojava û geşedanên li herêmê hatin nirxandin.
Nûnerê Îtîfaqa Sosyalîst Peter Boyle, li ser navê TJK-E Rûken Akça, nûnerê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) Baran Sogut û Akademîsyen Dr. Hawzhin Azeez wek axaftvan beşdarî panelê bûn.
Peter Boyle diyar kir rewşa heyî ya li Rojava gelek hesas e û got ku ji ber destwerdanên hêzên navneteweyî dibe ku hevdîtinên li ser agirbest û entegrasyonê her gav têk biçe.
Boyle da zanîn ku civîna di 5’ê Çileyê de li Parîsê hatî lidar xistin, rêveçûna pêvajoyê guherandiye û got ku divê mafên Kurdan û kêmneteweyên din di destûra bingehîn de werin misogerkirin. Boyle, her wiha got ku divê mekanîzmayên çavdêriyê yên navneteweyî bikevin nava tevgerê.
Boyle diyar kir ku ezmûna Rojava ji bo cîhanê modelek bi nirx e, bi taybetî di warê rola jinan di jiyana civakî û siyasî de.
Li ser navê TJK-E’yê Rûken Akça axivî û destnîşan kir ku êrîşên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji civîna Parîsê û vir ve zêde bûne. Rûken Akça, da xuyakirin ku Kobanê di bin dorpêçeke giran de ye û got ku êrîş bi taybetî îradeya jinan hedef digirin. Rûken Akça, banga berfirehkirina kampanyaya "Ji Rojava re statû" kir.
Nûnerê NCDK'ê Baran Sogut jî behsa girîngiya delegesyona ku Avûstralya par şandiye Rojava kir û got ku her çend birînên şer li herêmê bimînin jî, rêxistina civakî ya bi pêşengiya jinan girîng e.
Baran Sogut, bal kişand ser rolên jinan a di şerê li dijî DAÎŞ’ê de û got ku perspektîfa rizgariya jinan bûye yek ji hêmanên bingehîn ên têkoşînên herêmî.
Akademîsyen Dr. Hawzhin Azeez, jî diyar kir ku Şoreşa Rojava li ser sê stûnên bingehîn ava bûye: demokrasiya radîkal, azadiya jinan û ekolojî.
Hawzhin Azeez got, “Heta jin azad nebe, civaka demokratîk ne pêkan e” û anî ziman ku ezmûna Rojava ne tenê ji bo Kurdan, di heman demê de ji bo Rojhilata Navîn û cîhanê jî modelek alternatîf a veguherîna civakî pêş dixe.