BI DÎMEN

Li Sydneyê Newroz bi coş hate pîrozkirin

Kurdistanî û dostên wan li bajarê Sydney ê Avûstralyayê Newroz bi coşeke mezin pîroz kirin.

Li bajarê Sydney ê Avûstralyayê ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ve pîrozbahiya Newrozê hate lidarxstin û Kurdistaniyên ji çar perçeyan beşdar bûn. Her wiha Senatorê berê yê Partiya Keskan Lee Rhiannon, Parlamenterê Partiya Karkeran Stephan Bali û nûnerên civaka Durzî jî beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Hevserokên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Gulay Altan û Emîrhan Solbûdak Newroza gelê Kurd pîroz kirin û daxwaz kirin ku Newroz bibe wesîleya azadî û yekîtiya demokratîk a neteweyî ya gelê Kurd.

Hevserokê Federasyona Civaka Demokratîk a Kurd a Avûstralyayê Brûsk Ayverî jî axivî û ev yek anîn ziman: ‘’Di serî de Rêber Apo Newroz li hemû gelê Kurd pîroz be. Di vê pêvajoya krîtîk de ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin, yekîtiya neteweyî ji bo gelê Kurd  tekane temînat e. Newroz, ji vê yekîtiyê re bersiveke gelekî xurt e. Ger em yeîtiya xwe ava bikin em ê li çar perçeyên Kurdistanê azadiya xwe jî bi dest bixin.’’

Piştre hunermend Binevş Cizîrî, Alî Îkîzler, Serdar Qader û Ozgir Ardin derketin ser dikê û pîrozbahiyê heya saetên derengî berdewam kir.