Li Swîsreyê teşhîrkirina konsepta qetlîamê didome
Li Solothurnê starta çalakiya rûniştinê ya 3 rojan hat destpêkirin. Li aliyê din di saetên êvarî de jî li Lozan û Cenevreyê çalakiyên teşhîrkirina rûreşiya dewleta Tirk pêk hat.
Li Solothurnê starta çalakiya rûniştinê ya 3 rojan hat destpêkirin. Li aliyê din di saetên êvarî de jî li Lozan û Cenevreyê çalakiyên teşhîrkirina rûreşiya dewleta Tirk pêk hat.
Piştî ku hat hîn bûn ku dewleta dagirker a Tirk li Herêmên Parastina Medya çekên kîmyewî bikartîne ji duh êvarî û vir ve Kurdistaniyên li Swîsreyê bi çalakiyên ku lidardixin hêrsa xwe tînin ziman.
Îro di saetên sibehê de li bajarê Solothurn starta çalakiya 3 rojan hat dayîn. Di saetên êvarî de jî li Lozan û Cenevreyê ji bo teşhîrkirina dewleta qetlîamker a Tirk hat teşhîrkirin.
LOZAN
Navnîşana çalakiyên Kurdistaniyan li pêş avahiya Beau-Rivage ku li rex Gola Ouchy ê ye bû. Çalakvanan pankartên ku rûreşiya dewleta qetlîamker a Tirk aşkera dike nivîsandî, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hilgirt. Çalakvanan beriya çalakiyê deqeyek rêz girtin.
Di çalakiyê de di lehên berxwedana gerila de dûrişmeyên bi zimanên Frensî û Kurdî hatin berzkirin. Di çalakiyê de li ser navê Navenda Civaka Kurd daxuyaniya Frensî hat xwendin.
Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Lozanê Hatîce Kandal, ji bo çalakiya ku dê di pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Swedê YJK-S di 27’ê Nîsanê de li pêş Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (BM) pêk bê û 3 rojan bi çalakiya rûniştinê bidome ji ANF’ê re axivî û di serî de bang li jinan, tevahî Kurdistanî û dostên wan kir û xwest bi awayekî bi hêz tevlî çalakiyê bibin.
CENEVRE
Navnîşana çalakiya Kurdistaniyên ku li Cenevreyê dijîn jî pêş postaxaneya Mont-Blanc bû. Di saet 19:00’an de çalakvanan ji bo bikaranîna çekên kimyewî û sûcê li dijî mirovahiyê teşhîr bikin kincên spî li xwe kirin, maskeyên gazê dan rûyê xwe û bi dûrişmeyan meş lidarxist. Piştî meşa ku bi qasî nîv saetî li navenda bajêr berdewam kir li qada Rue dest Grottes mîtîng hat lidarxistin.
Hevserokê CDK-Cenevreyê Erdal Atasoy li vir axivî û li berxwedana gerîla xwedî derket. Atasoy diyar kir ku ew ê timî li qadan bin.
Li qadê ji bo çalakiya ku dê roja çarşemê li pêş ofîsa Neteweyên Yekbûyî pêk bê banga tevlîbûnê hat kirin. Çalakî bi daxuyaniya Frensî bidawî bû
Hevseroka CDK'ê ya Cenevreyê Mulkiye Bûlût û Hevseroka CDK'ê ya Lozanê Hatîce Kandal jî ji bo starta çalakiya rûniştinê ya ku dê di 27’ê Nîsanê de li pêş avahiya NY’yê pêk bê û 3 rojan berdewam bike banga tevlîbûnê kir.