Li Swîsreyê gel li dijî êrişên kîmyewî daketin qadan

Bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ku qanûnên navneteweyî binpê dike, hêrsa Kurdên li Swîsreyê fûrand.

Li ser banga lezgîn a CDK-S û YJK-S’ê ya ji bo çalakiya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, li bajarên Basel, Zurîh, Lûzern û Bernê yên Swîsreyê, Kurdistaniyan danê êvarê çalakî lidar xistin.

BERN

Kurdistaniyên li Bernê dijîn, li dijî dewleta Tirk û hevkarê wê PDK'ê ku di êrîşên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de çekên kîmyewî bikar anîn, daketin qadan.

Kurdistaniyên li ber Banhof a Bernê kom bûn pankarta bi nivîsa "Bimre xiyanet", "Bijî berxwedana gerîla" vekirin û alên KCK'ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin.

Kurdistaniyên ku heta Parlamentoya Swîsreyê meşiyan, bê navber dirûşmeyên "Bijî berxwedana gerîla", "Terorîst Erdogan" û "Bimre xiyanet" berz kirin.

Siyasetmedarê Kurd Necdet Atalay li vir axivî û diyar kir ku dewleta Tirk qanûnên navneteweyî binpê dike û çekên kîmyewî bikar aniye û destnîşan kir ku divê her kesê xwedî wijdan li dijî van êrîşan dengê xwe bilind bike. Atalay îşare bi wê yekê jî kir ku eger li Ukraynayê çekên kîmyayî bên bikaranîn, dewletên Ewropayê wê bi lez bertek nîşan bidin û got, “Dewletên Ewropayê li dijî dagirkeriya li Kurdistanê durû tevdigerin.” Atalay her wiha da zanîn ku divê Kurd xwedî li zarokên xwe yên li çiyayan li berxwe didin derkeve û got, “Dewleta Tirk dixwaze hemû destkeftiyên me tine bike. Lê em ne gelê Kurd ê sed sal berê ne. Em ji gerîlayê xwe bawer in; Em ê teqez bi ser bikevin." Atalay bang li Kurdan kir ku li cihê ku lê ne, dengê xwe bigihînin gerîla.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

LÛZERN

Navnîşana çalakiyê ya Kurdistaniyên li Lûzern dijîn Bahnhofplatz bû. Di daxuyaniya li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a bi zimanê Elmanî hat dayîn de hat ragihandin ku ew êrişa dewleta Tirk a bi gazê jehrî ya li Kurdistanê û bi taybet li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi tundî şermezar dikin û PDK ku hevkarê vê rewşê ye dixwaze di nav kurdan de şerekê derxîne. Ligel ku ev rewş nehat qebûlkirin, ji civaka navneteweyî hat xwestin ku bikevin nava tevgerê.

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

BASEL

Kurdistanî û dostên wan li ber stasyona trenê ya navendî ya Baselê li hev civiyan û li vir çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de hêrsa li dijî dewleta Tirk û hêzên xayîn lê serwer bû, timî dirûşmeyên ji bo xwedîderketina li têkoşîna gerîla hatin berzkirin. Di çalakiya ku belavoka bi zimanê Elmanî hat xwendin de, li ser navê saziyan banga dayina piştewaniyê ya ji gelê Kurd re hat kirin. Piştre gel ber bi stasyona trenê ve meşiyan. Li vir piştî ku bi demekî dirêj dirûşme hatin berzkirin, li ser navê Navenda Civaka Kurd li dijî êrîşên qirkirinê yên ku li ser gelê Kurd didomin, banga xwedîderketina li gelê Kurd hate kirin.

ZURÎH

Li bajarê Zurîhê jî Kurdistanî di çalakiyê de bûn.

Kurdistanî û dostên wan saet di 22:00’an de li ber stasyona trenê ya navendî li hev civiyan û li vir mîtîngek lidar xistin. Di çalakiya ku pêkhateyên Hêzên Tekoşînê yên Yekbûyî piştgirî danê de daxuyaniya çapemeniyê bi zimanê Elman hate xwendin.

Di axaftina li ser navê CDK'ê de hate gotin, “Em ê li hemberî van sûcên li dijî mirovahiyê bêdeng nemînin. Li qadan em ê xwedî li têkoşîna gerîlayan derbikevin."

Kurdistanî wê sibe li gelek navendan li qadan bin.

Dîsa di vê çarçoveyê de wê sibe li bajarê Solothûrnê li dijî êrîşên sûcên şer û mirovahiyê yên dewleta Tirk a ku li dijî gelê Kurd komkujî pêk tîne, wê ji bo 3 rojan çalakiya konvedanê bê destpêkirin.