BI DÎMEN

Li Swîsreyê banga ji bo ‘Newroza Yekîtiyê’

Nûnerên saziyên Kurdî yên ku li Swîsreyê xebat dimeşînin, li Komeleya Çandê ya Rojava ya li Klotenê hatin ba hev û ji bo Newroza ku wê 21’ê Adarê li Zurihê were kirin, banga tevlîbûnê kirin.

Pîrozbahiya îsal wê li Zürich Hardturm Areal were kirin û wê di saet 12.00’an de destpê bike.

Ji nûneriya Ewropa ya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YNK) Soran Alî, Nûnerê YNK Swîsre Mele Bextiyar, Hevserokên CDK-S’ê Dîlan Çetînkaya û Cemal Ozdemîr, berpirsê Swîsreyê yê PYD’ê Omer Alî û nûnerê PJAK Swîsreyê Hekîm Hutîtî tevlî daxuyaniyê bûn. Bang li Kurdistaniyên ji her çar parçeyên Kurdistanê yên li Swîsreyê dijîn hate kirin ku li Newrozê bên ba hev.

Hate ragihandin ku dirûşmeya şahiyê weke “yekîtiya her çar parçeyên Kurdistanê û yekîtiya Kurdan” hate diyarkirin.

Nûnerê PYD’ê Alî Omer têkildarî amadekariyên Newrozê agahî da û diyar kir ku di çarçoveya organîzasyonê de li seranserî Swîsreyê ji navendên civakî yên Kurd heya qada şahiyê otobus hatine eyarkirin. Hate destnîşankirin ku yên dixwazin beşdarî Newrozê bibin û derfetê wan tune ye jî, dikarin serî li saziyên Kurd bidin.

Omer destnîşan kir ku amadekariyên teknîkî temam bûne, Hardtrum Areal ji bo şahiyê amade ye. Hat ragihandin ku wê li qadê standên xwarinê bên danîn, xizmetên cur be cur ên ku pêdiviyên beşdaran pêşwazî bike, dê bên pêşkêşkirin û materyalên agahdarkirinê bên belavkirin.

Her wiha hate diyarkirin ku di çarçoveya bernameyê de wê gelek hunermend derkevin ser dikê.

Hunermendên ku beşdarî Newrozê bibin, ev in:

Sîpan Xelat, Ozlem Baglayan, Nejmedîn Xulamî, Erol Berxwedan, Baran Bazîd, Hunera Mizgîn Swîsre, Koma Arî, Maruf Yuce, Koma Rojhilat br Kolektif Erbane.