Li Swîsrê komplo hate şermezarkirin: Silav hezar silav li Îmraliyê!

Li bajarê Basel, Lozan, St Gallen û Winterthûr ên Swîsreyê bi hezaran kes derketin qadan û komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.

Kurdistaniyên ku li gelek navendên Swîsreyê li dijî Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan û hêrsa xwe anîn ziman û peyama, "Em ê têkoşîna xwe ya ji bo Rêbertiya azad, Kurdistana azad bidomînin."

LOZAN

Bi beşdariya Kurdistanî û dostên wan ên ku li ber îstasyona trenê ya navendî hatin cem hev, meşeke bi meşaleyan hate lidarxistin. Di meşê de çalekgeran bal kişand li ser tecrîda mûtlaq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya fîzîkî ya Ocalan hate xwestin. Di çalakiya ku hêrsa li dijî komploya navneteweyî hate nîşandan de gel bi dirûşmeyan ber bi navenda bajêr ve meşiyan.

Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hildan. Piştî meşê, Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Lozanê Sitki Demîr axivî û got: "Di 15’ê Sibatê de di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd hate hedef girtin. Bila hevkarên vê komployê baş bizanin ku çawa duh bi berxwedana Rêbertiya me komplo hat pûçkirin, îro jî li dijî dewamkirina komployê em ê ji bo azadiya Rêberê xwe biqîrin."

Piştî axaftinan, belavokên bi zimanê Fransî hatin xwendin, çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

BASEL

Di pêşengiya TCŞ û TekoJIN’ê de komploya 15’ê Sibatê li Markplatzê hat protestokirin. Li vir daxuyanî hate dayîn û çalakî bi dirûşmeyan dawî bû.

ST GALLEN

Qadeke din a çalakiya Kurdan û dostên wan bajarê St Gallen bû. Girse li ber îstasyona trenê ya navendî li hev civiya û ji vir bi dirûşme û meşaleyan meşiyan. Piştî meşa ku li navendên girîng ên bajêr belavok hatin xwendin, vegeriya qada Bahnhofstrasse, çalakgeran mîtîngek li dar xistin.

WÎNTERTHÛR

Kurdistaniyên ku danê êvarê di saet 19.00’an de li qada Kîwî Kino hatin gel hev, ji vir bi meşaleyan meşiyan. Di meşê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin. Çalekgerên piştî meşa bi qasî saetekê dewam kir de vegeriyan qada Kîwî Kino, li vir bi dirûşmeyên “Silav hezar silav li Îmraliyê“ çalakî bi dawî bû.