Li Swêdê pêşbirka ‘Sûretê Erdogan xîz bike, 10 hezar kron kar bike’
Li Swêdê li dijî êrîşên bi ser Kurdan, pêşbirka ‘Sûretê Erdogan xîz bike, 10 hezar kron kar bike’ hat destpêkirin.
Li Swêdê li dijî êrîşên bi ser Kurdan, pêşbirka ‘Sûretê Erdogan xîz bike, 10 hezar kron kar bike’ hat destpêkirin.
Flanman ku li Swêdê wek kovara sosyalîstan tê zanîn, li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Kurdan, ji bo protestokirina Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, dest bi pêşbirkeke karîkaturiyê kir.
Pêşbîrka bi sernavê ‘Sûretê Erdogan xîz bike, 10 hezar kron kar bike’, wê 20 Çileyê bi dawî bibe.
‘DIVÊ MIROV LI DIJÎ DESTHILATDARIYA TIRK BIBE YEK’
Derhênerê Giştî yê kovara Flanmanê Leonîda Aretakîs, di der barê pêşbirkê de wiha got: “Ên ku parastina mafê Kurdan dikin û dixwazin li Tirkiyeyê pêvajoyeke demokratîk bi pêş ve biçe, ji bo protestokirinê divê êdî bibin yek.
Swêd, divê demildest dev ji daxwaza xwe ya endamtiya NATO’yê berde. Ev pêvajoya qaşo wê pê bêhtir ewlehiya me hebe, em di hembêza otokratekê birçiyê hêzê de da rûniştandin ku dixwaze yasayên me biguhêre.
Ez bang li her kesê profesyonel û amator dikim ku tev li pêşbirka karîkaturiyê bibin.“
Aretakîs, ragihand ku mirov wê bikare heta 20’ê Çileyê karîturan bişîne ji edresa [email protected] re.