Li Swêdê gel li kolanan bû!

Bi hatina salvegera komploya 15’ê Sibatê ji gelek bajarên Swêdê Kurdistaniyan berê xwe dan paytext Stockholmê û li wir heya êvarê li kolanan komploya navnetewî ya 15'ê Sibatê (roja reş) şermezar kirin.

Îro di roja yekemîn a meşa ku wê du rojan bidome de Kurdistanî û dostên Kurdan danê nîvro saet 11:00'an li meydana Medborgaplatsen li hev kom bûn û dest bi meşa xwe kirin. Çalavanan tevî şertên hewaya sar heya saet 17:00'an li nava bajêr meşiyan û komploya 15'ê Sibatê şermezar kirin.

Li cihê destpêkirina meşê li ser navê meşvanan Hevseroka NCDK-Skandînavya Nadiya Salih axaftinek kir û got: “Yê ku di girîgehê de, ne tenê Serok Apo ye, vîn û hezkirina gelê azadîxwaz, jin, jiyan û Kurd bi xwe ye û ronahiya Rojhilata Navîn e. Lazime hemû Kurd û Kurdistanî û kesên ku ji xwe re dibêjin em mirovhezin û alîgirê aştî û wekheviya mirovatiyê ne, pêwîste wê roja qirêj ji bîr neke. Divê her kes li Îmraliyê xwedî derbikeve. Em hemû aliyên ku di vê komploya rûreş a li dijî gelê Kurd de cihî girtî, şermezar dikin.”

Li her kolanên ku gel tê de derbaz dibû, li rex mûzîk û stranên li ser Rêber Apo, bi dengên bilind dirûşmeyên “Bijî Rêber Apo” û “Bimre komploger” hatin berzkirin.

Her wiha di tevahiya rojê de ji bo kampanyaya derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê îmze hatin komkirin.

Çalakî wê sibe bidome.