Li Swêdê dewleta Tirk hate şermezarkirin
Li Swêdê bi çalakiyan dagirkeriya qirker a Tirk a li ser Rojava hate şermezarkirin.
Li Swêdê bi çalakiyan dagirkeriya qirker a Tirk a li ser Rojava hate şermezarkirin.
Li Swêdê, li Stockholm, Goteberog, Malmo, Karstad û Umeayê dagirkeriya qirker a Tirk a li ser Rojavayê Kurdistanê hate şermezarkrin.
Di çalakiyan de nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl axivîn, gotin dewleta Tirk çekên kimyewî bi kar aniye û bang li Neteweyên Yekbûyî û civaka navnetewî kirin ku dagirkerî û qirkeriya Tirk were rawestandin.
MALMO
Li Malmaoyê Platforma Kurdistanê li ser banga Komîteya Rojava li Meydana Trîangelê dagirkeriya Tirk şermezar kir.
Di axaftinan de nûnerên partiyên Kurdistanî û rêxistinan gotin dewleta Tirk sûcê şer kiriye, çekên kîmyewî yên ku li gorî peyamanên navnetewî qedexe ne bi kar aniye û bang li Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê kirn ku li dijî dewleta Tirk a îşgalker û qirker tevbigerin.
Her wiha ji Swêdê hate xwestin ku li NY'yê kêferatê bike.
GOTEBORG
Li Goteberogê jî Kurdistanî û dostên wan ji bo ku dagirkeriya Tirk a barbar şermezar bikin derketin meydanan, li Hedenê bi hezaran kes komî ser hev bûn û ji bo qirkeriya Tirk a li ser Rojava bidawî bibe meş û mîtîngek kirin.
Di axaftinan de hate gotin berxwedana gelên Rojava wê dawî li dagirkeriya Tirk bîne.
Wekîla Partiya Çepgir Yasmîne Paîso Nîlsson jî axivî, got, armanca dewleta Tirk ew e ku statûya Kurdan asteng bike û pergala li Roajva a aştîxwaze birûxîne. Nîlsson got Kurd ne tenê ne, di serî de Partiya Çepgir hemû partiyên li parlamentoyê li dijî dagirkeriya Tirk in.
Nîlsson her wiha got bi zora Ppartiya Çepgir firotina çekan a li Tirkan hatiye qedexekirin lê ji bo dagrikeriya Tirk were rawestandin ev têrê nake.
Nîlsson her wiha ji bo ku PKK ji nav lîsteya terorê were derxistin bang kir ku xebata werin kirin.
Parlamentera Sosyalîst a serbixwe Amîneh Kakbaveh jî got dewleta Tirk li dijî Kurdan çekên kîmyewî bi kar niye û bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku bi guşaran li ser Tirkan bijidîne.
KARLSTAD
Li Karlstadê jî Kurdan û dostên wan li Stora Torgetê bi meşekê dagirkeriya Tirk şermezar kir.
Di axaftinan de hate gotin dewleta Tirk li Rojava sûcê şer kiriye û bang li NY û YE'yê hate kirin ku guşaran li ser dewleta Tirk bikin.
UMEA
Kurdistanî û dostên wan li Radhustoregtê hatin cem hev û dagirkeriya Tirk şermezar kirin.
Pankarta ''Hevgirtian Rojava, bila faşîzma Tirk raweste'' hate vekirin û alayên YPG-YPJ'ê hatin hildan. Bang li hikûmeta Swêd û Yekîtiya Ewropayê hate kirin ku zexta li ser Tirkan bikin.