Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê, çalakiya konvedanê ya ji bo naskirina statuya Rojava û rakirina ambargoya li ser Kobanê hatibû destpêkirin, îro jî dewam kir.
Di daxuyanî û agahdarkirina çarçoveya çalakiyê de îşaret bi zextên ku gelê Êzidî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Iraqê bi taybet yên li herêmên Rojava û Şengalê dijîn, hate kirin. Hate diyarkirin ku Êzidî bi zanebûn ji mafên xwe yên xweparastinê bêpar têne hiştin, ji cihê xwe tên kirin, gef li wan tê xwarin û bêyî parastin tên hiştin.
Çalakvanan bangên xwe yên ji bo bidawîlêanîna şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, naskirina statuya navneteweyî ya Rojava û rakirina tecrîda li ser Kobanê, dubare kirin.
Di tevahiya çalakiyê de hate diyarkirin ku pêwîstiyên bingehîn bi piştevaniya gel hatiye pêşwazîkirin û hate ragihandin ku gelek kes piştgirî dane çalakiyê. Hate diyarkirin ku gel û nasnameyên cuda peyamên piştevaniyê didin gelê Kurd û li gel têkoşînê ne.