Li Stuttgart û Kielê çalakî: Têkoşîn wê heta naskirina statuya Rojava dewam bike
Li bajarên Stuttgart û Kiel ên Elmanyayê, bi armanca rakirina dorpêça li ser Kobanê û naskirina statuya Rojava, meş û mitîng hatin lidarxistin.
Li bajarên Stuttgart û Kiel ên Elmanyayê, bi armanca rakirina dorpêça li ser Kobanê û naskirina statuya Rojava, meş û mitîng hatin lidarxistin.
Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê, bi armanca naskirina statuya Rojava meş û mitîng hate lidarxistin. Çalakî li Stuttgart–Ludwigsburg Bahnhofê destpê kir û li Marktplatzê bi mitîngekî bi dawî bû.
Meş, ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Bi dehan Kurdistanî tevlî bûn û dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo”, “Gelê Kurd yek e” berzkirin. Di tevahiya meşê de, pankartên ku îşaret bi xwedîderketina li YPJ û YPG’ê dike û peyamên piştevaniyê ji bo şoreşa Rojava dide, hatin hilgirtin. Girseyê diyar kir ku divê destkeftiyên gelê Rojava were parastn û statuya herêmê bi awayekî fermî were naskirin.
Meş dema gihîşt Marktplatzê, mitîng hate lidarxistin. Nûnerên ku di mitîngê de axivîn destnîşankirin ku Rojava mînakekî şênber a jiyana bi hev re, wekhev û azad ên gelan li Rojhilata Navîn e. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku parastina pergala demokratîk a bi pêşengiya jinan, ji bo tevahî gelê Kurd û dostên wan berpirsyariyeke dîrokî ye.
Di peyamên qada mitîngê de hate diyarkirin ku heta statuya Rojava bi fermî were naskirin, wê têkoşînê dewam bike. Her wiha bang li raya giştî ya navneteweyî û saziyên peywendîdar hate kirin ku li hemberî êrîş û gefên li dijî Rojava bêdeng nemînin.
Çalakî bi dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Rojava”, “Bijî Kurdistan” bi dawî bû.
KIEL
Li bajarê Kiel ê Elmanyayê, êrîşên li ser Rojava û dorpêça li ser Kobanê bi mitîngekî girseyî hate protestokirin. Çalakvanan diyarkirin ku tevî peymanên hatine kirin jî dorpêç hîna nehatiye rakirin û hate xwestin ku êrîşên li ser gelê Kurd tavile werin rawestandin.
Mitîng li Asmus-Bremer-Platzê destpê kir. Kurdên li Kielê jiyan dikin û gelek kesên ku bi wan re di nava piştevaniyê de ne, tevlî mitîngê bûn. Girseya ku di qada çalakiyê de kom bûn, ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqîqeyek rêz girtin.
Di çalakiyê de pankartên ku balê dikşîne ser têkoşîna azadiya Kurd a li Rojava dewam dike, hatin hilgirtin û timî dirûşmeyên, “Şehîd namirin”, “Jin, jiyan, azadî”, “Kurdistan yek welat e”, “Gelê Kurd yek e”, “Terorîst Erdogan” û “Terorîst Colanî” hatin berzkirin.
Di axaftinên mitîngê de hate destnîşankirin ku têkoşîna azadî û rûmetê ya gelê Kurd rewa ye û banga mezinkirina piştevaniyê bi Rojava re hate kirin. Di daxuyaniyan de îşaret bi bêdengiya raya giştî ya navneteweyî hate kirin û hate diyarkirin ku êrîşên li ser gelê Kurd nabe werin qebûlkirin.
Her wiha hate diyarkirin ku wê ji bo pêhisandina têkoşîna mafdar ya gelê Kurd, li qadan bin û hate ragihandin ku 7’ê Sibatê di saet 15:00’an de meşekî mezin were lidarxistin. Çalakvanan bang li gelê Kurd û dostên wan kirin ku bi xurtî tevlî çalakiyê bibin.