Li Strasbourgê nirxandina pêvajoya dawî
Sefkan Kobanê di civîna gel a li Strasbourgê de, rewşa dawî ya li Rojava, hevsengiyên herêmî û astên polîtîk ên meseleya Kurd nirxand.
Sefkan Kobanê di civîna gel a li Strasbourgê de, rewşa dawî ya li Rojava, hevsengiyên herêmî û astên polîtîk ên meseleya Kurd nirxand.
Li bajarê Strasbourg ê Fransayê li ser geşedanên herêmî û pêvajoya siyasî ya heyî civîna gel hate lidarxistin. Nivîskar Sefkan Kobanê ku tevlî hevdîtinê bû, rewşa dawî ya li Rojava, hevsengiyên herêmî û astên polîtîk ên meseleya Kurd nirxand.
Sefkan Kobanê destnîşan kir ku geşedanên li qadê ne tenê xwecihî encamên herêmî jî derdixe, bi taybet diyar kir ku tevgera li derdora Kobanê bi baldarî were şopandin.
Kobanê bal kişand ser piştperdeya dîrokî ya tevgera siyasî ya Kurd û diyar kir ku rola Rêber Apo ji ber nîqaşên îdeolojîk û siyasî diyarker e.
Civîn bi bersivdayîna pirsên beşdaran bi dawî bû.