Li Strasboûrgê ji bo PKK’ê kampanya îmzeyan
Endamên Însiyatîfa Jinan a Zînê ji bo PKK ji "lîsteya rêxistinên terorê" bê derxistin îmze kom kirin.
Endamên Însiyatîfa Jinan a Zînê ji bo PKK ji "lîsteya rêxistinên terorê" bê derxistin îmze kom kirin.
Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê endamên Însiyatîfa Jinan a Zînê li Meydana Kleberê stand danîn û ji bo PKK ji lîsteya ‘rêxistinên terorê’ bê derxistin îmze kom kirin.
Di çalakiyê de ku rastî eleqeyek mezin hat de endamên Însiyatîfa Jinan a Zînê têkildarê têkoşîna gerîla, parastina rewa ya Kurdan û ji bo azadiya Kurdan, ji kesên li meydanê derbas dibûn re agahî hat dayin.
Jinan diyar kirin ku welatên Ewropayê tevî nebûna pênaseyeke zelal a navneteweyî ya ji bo "terorîzmê", têkoşîna Kurdan weke "teror" krîmînalîze dikin û piştgiriyê didin polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk û destnîşan kirin ku PKK tevgereke gel e û qedexekirina xebatên wê piştgirî dide polîtîkaya şerê qirkirinê ya dewleta Tirk.
Endamên Însiyatîfa Jinan a Zîn, diyar kirin ku PKK nûnertiya gelê Kurd ê 40 mîlyonî dike û gotin ku dewlet di şexsê PKK'ê de Kurdan û jinan krîmînalîze dikin. Jinan her wiha anîn ziman ku dewletên Ewropayê tevî biryarên Dadgeha Luksembûrg û dadgehên Belçîkayê hiqûqên xwe pêk naynin. Jinan îşaret bi girîngiya zextên raya giştî kirin û bal kişandin li ser girîngiya kampanyaya îmzeyan.
Li aliyê din di nava rojê de çalakiya "Ji faşîzmê re rê nîne" ya ji aliyê sendîkayan û Antî-Fa hat lidarxistin. Endamên Însiyatîfa Jinan a Zîn ên ku tevlî çalakiya li Strasboûrgê jî bûn, behsa kampanyaya îmzeyan kirin û xebat birêve birin.