Li Stockhomê bîranîna Şehîdên 14'ê Tîrmehê

Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek li Stockholmê bi civînekê hatin bîranîn.

Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek li paytexta Swêd Stockholmê bi civînekê hatin bîranîn.

Bîranîn bi pêşengiya saziya malbatên şehîdan pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.

Ji hevrêyên berxwedêrên 14'ê Tîrmehê Bedrettîn Kavak li civînê axivî û qala şert û mercên wê demê kir, "Ji bo PKK'ê û Kurdan tiştekî amade tune bû ku li ser kar bike. Lewma girtîgeha Amedê ji bo gelê Kurd bû tecrûbe û hîmekî pir mezin ji bo nifşê paşerojê. Ev yek jî bi saya hevalên Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek û hevrêyên wan hate avakirin. Tiştên ku li wir diqewimîn, mirov şerm û fedî dike ku bîne ziman jî. Lê wan hevalan ji mirinê, jiyan û çanda berxwedanê ava kirin."

Siyasetmedar Bedrettîn Kavak bi dewamî got, "Wan hevalan roj bi roj canê xwe helandin û doz gihandin vê rojê. Ji xwe piştî berxwedana 14'ê Tîrmehê pergala dewletê jî hilweşiya. Pêşî li parastina gel vebû, êşkence kêm bû. Ne bi hêz û çek bû, ew hêz û baweriya îradeya wan hevala bû ku ew pergala dewletê têk birin. Ji ber ku çanda PKK'ê, çanda îrade û berxwedanê ye. Ev çand, çanda ruhê berxwedêrên 14'ê Tîrmehê ye. Îro jî li çiyê dixwazin îrade, mejiyê PKK'ê belav bikin. Eger ew çanda, Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Ferhat Kûrtay, Mazlûm Dogan, Alî Çîçek, Akîf Yilmaz û hevrêyên wan tunebe, em ê tiştek jî bi ser nexin. Ev rêxistin ti carî li gora daxwaz û xwestekên dewletan tevnagere, çanda me diyar e. Çanda berxwedanê û ruhê 14'ê Tîrmehê ye çanda me."

Kavak li ser berxwedana gerîla jî wiha got: "Eger em bi ruhê berxwedana rojiya mirinê nêzî berxwedana gerîla yên li çiyayên Kurdistanê nebin, em ê bi ti awayî nikaribin li şoreşê û berxweda gerîla jî xwedî derbikevin. Ji ber ku ew hevalên ku li çiyê di bin her cûre teknîkên pêşketî yên dijminê xedar û di bin çekên kîmyewî de li ber xwe didin, ew çalakiya li serê çiyayan û ew çalakiya 14'ê Tîrmehê ya di girtîgehê de, heman tişt û xwedî heman girîngiyê ye. Yek girtîgeh e ya din jî çiya ye. Li himber kiryarên dijmin, şerê man û nemanê dikin. Di nava zor û zehmetiyê de çare û jiyanê diafirînin." 

Civîna bîranînê bi xwendina helbestan û nîşandana sînevîzyona li ser berxwedana 14'ê Tîrmehê bi dawî bû.