Li Stockholmê xwepêşandana ji bo Şengalê
Kurdistaniyên li Stockholmê doh bi şev li hemberî êrişa li ser Şengalê daketin meydanan.
Kurdistaniyên li Stockholmê doh bi şev li hemberî êrişa li ser Şengalê daketin meydanan.
Piştî agahî hat ku artêşa Iraqê bi çek û cebilxaneya giran Şengal dorpêç kiriye, li gelek welatên Ewropayê bi hêrseke mezin Kurdistanî duh şevê li meydanan bûn. Kurdistaniyên li Swêdê jî, li bajarê Stockholmê xwepêşandanek lidarxistin. Li ser bangewaziya NCDK Stockholmê, derengiya şevê gelek welatî li Centralstation (îstasyona merkezî) kom bûn. Kurdistaniyan bi dirûşm û pankartên xwe destwerdana ser Şengalê şermezar kirin.
Ji Meclîsa Jin a Amarayê Ayşe Goktepe daxuyaniyek xwend û got: ‘Yên ku Şengalê bêxwedî hiştine, bi qetlîamê re rûbirû kirine îro destdirêjiyê serkeftina gelê Ezidî dikin. Dema vî tiştî dikin, bi telîmat û tifaqa dewleta Tirk re pêktînin. Bila hemû dinya bizanibe ku heta dawiyê em ê axa Ezidxan biparêzin. Wê hemû dinya bibîne ku kesên ji bo berjewendiyên erzan tifaqê bi dijminên gelê Kurd re kiriye, wê têk biçe. DAIŞ’ê li ser Şengalê fermanekî wisa da, bi hezaran kes hatin qetilkirin. Ev der bûye wicdana mirovahiyê. Em bang li her kesî dikin ku li dijî destwerdana ser Şengalê bêdeng nemînin.’
Welatiyên Swêdî jî piştevaniya xwepêşandanê kirin. Xwepêşandan nêzî du saet dewam kir. Li centralstatiounê dirûşmên 'Bijî Kurdistan, bimire koledar, bimire xiyanet' bilind bû. Hat diyarkirin ku roja Çarşemê wê xwepêşandaneke girseyî were lidarxistin.