Serhildana li Rojhilat û Îranê li Stockholmê bi çalakiyekê hate silavkirin

Sendîkaya Mamoste û Karkeran a Komunal a Swêdê ji bo serhildana li Rojhilat û Îranê çalakî li dar xistin.

Li Stockholma paytexta Swêdê, Sendîkaya Mamoste û Karkeran a Komunal a Swêdê, bi dirûşmeya "Piştgîriyê bidin serhildana jinan a li Îranê" çalakiyek li dar xistin. Çalakî, li qada Norrmalmstorgê, saet di 17:00'an de hate lidarxistin û saziya jinên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê RONAK jî bi alayên KJAR’ê tev li çalakiyê bûn. Siyasetmedar û rewşenbîrên Swêdî jî di nav de bi sedan kes tev li çalakiyê bûn. Ji beşdaran yek jê jî Serokwezîra Swêdê ya berê û Seroka Partiya Demokrat a Civakî ya Swêdê Magdalena Andersson jî tev li çalakiyê bû.

Di çalakiyê de  Andersson axivî û got: “Ez îro li vir im da ku bibim piştgira hemû kesên niha li Îranê ji bo azadiya jinan û mafên jinan li Îranê xwepêşandanan dikin û giring e bê zanîn ku li seranserê cîhanê, Swêd jî di nav de, piştgirî heye.“

Çalakî, nêzê saetekê dewam kir û wek her car bêyî navber dirûşmeyên "Jin jiyan azadî’’ û “Balyozxaneya Îranê, navenda sîxuran û terorê ye, divê were girtin“ hatin berzkirin.

Di çalakiyê de bang li welatan hate kirin ku bi awayekê fermî piştgiriya serhildanê bikin.