Bi hatina salvegera komploya 15’ê Sibatê ji Gavle, Vestaras, Uppsala û Karlstat ên Swêdê Kurdistaniyan berê xwe dan paytext Stockholmê û li wir mîtîng li dar xistin û komploya navnetewî ya 15'ê Sibatê (roja reş) şermezar kirin. Mîtîng danê êvarê li pêşiya parlementoya Swêd li meydana Myntorget hate lidarxistin. Di mîtîngê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK û KCK’ê hatin hilgirtin. Di mîtîngê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“, “PKK gel e, gel li vir e“ û “Jin jiyan azadî“ hatin berzkirin. Her wiha di mîtîngê de ji bo PKK ji ‘lîsteya rêxistinên terorîst‘ bê derxistin îmze hatin komkirin.
Di mîtîngê de li ser navê Hevseroka NCDK-Stockholm Menîce Yîgît axivî. Yîgît anî ziman ku di roja ewil de kompolo ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye pûçkirin û got: “Ji ber ku kompolo hate vale derxistin, îro dixwazin ji Kurdan tolê hildin. Heta ku em Rêber Apo azad bikin, em ê li qadan bin û çalakiyên xwe xurt bikin.“
Mîtîng bi dirûşmeyan bi dawî bû.
15'ê Sibatê saet 17:00 wê li meydana Sergels Torgetê ji bo saetekê nobeda azadiyê bê girtin.