Li Stockholm û Osloyê ji bo piştgiriya serhildana li Rojhilat û Îranê çalakî-HATE NÛKIRIN

Ji bo piştevaniya bi serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, li paytexta Swêd Stockholmê û bajarê Oslo yê Norveçê çalakî hatin lidarxistin.

Ji bo piştevaniya bi serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, li paytexta Swêd Stockholmê û bajarê Oslo yê Norveçê çalakî hatin lidarxistin.

OSLO

Li Osloya paytexta Norveçê wek her hefteyê vê Şemiyê jî bi hezaran Kurdistanî û gelên Îranê, bi meşeke mezin derketin qadan da ku piştgiriya şoreşa jinan ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewam e, bikin.

Meş saet di 14.00’an de li ber îstasyona navendî ya Osloyê destpê kir û heta ber avahiya Wezareta Karên Derve ya Osloyê ku li ser Rêya Karl Johanê ye, dewam kir. Meş li ber avahiyê veguherî mîtîngê. Nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl, li mîtîngê axivîn.

Pegy Hessen a Seroka Sendîka LO’yê ku sendîkaya herî mezin a Norveçê ye axaftinek kir û got: ‘’Em silav li daxwazên demokratîk ên gel û jinên Îranê dikin, em bi wan re ne û piştevanên wan in.’’

Seher Aydar a ji Partiya Sor a Norveçê (Rødt) û parlamenterên Kurd ên Partiya Karkeran Manî Huseînî jî piştgiriya xwe diyar kirin ku ew piştevanên gelên Îranê ne.

Di çalakiyê de, dirûşmeyên ‘’Jin, jiyan, azadî’’, ‘’Em hemû Jîna ne û biheq in’’ û Norveç xwe ker neke’’ hatin berzkirin. Mîtîng, bi girtina govendê bi dawî bû. 

STOCKHOLM

îro dîsan bi hezaran welatiyên Îranî û Kurd ji bo piştgirîdayîna serhildanên li Rojhilatê Kurdistan û Îran'ê li qada Sergels Torget a li navenda Stockholmê hatin ba hev. Kurdistaniyên ji Rojhilatê Kurdistanê bi hildana alên KJAR û pankartên li ser "Jin, Jiyan, Azadî" nivîsandî, tev bi yek dengî dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin.

Di axaftinên hatin kirin de wiha hate gotin: “Ev şoreş, ev serhildan serhildana jinê ye. Em ji vir heta bi her dera ku gel lê li dijî vê rejîma ku ev 40 sale xwîna gel dixwe, rabûye ser pêyan, silav dikin. Jîna keçeke Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê bû û îro bûye sembola berxwedanê ji bo tevayî gelên li Îranê dijîn.”

Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên “Têk biçe rejîma Îran”, “Azadî ji bo girtiyên siyasî” û “jin jiyan azadî” hatin berzkirin.

Her wiha bê navber daxwaza girtina balyozxaneya Îranê ya li Swêdê ku navendeke teror û sîxûrtiyê ye, hate kirin.