Li Stockholmê êrîşên dagirkeriyê hat protestokirin
Li paytexta Swêd Stockholmê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û bêdengiya NATO’yê, hat protestokirin.
Li paytexta Swêd Stockholmê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û bêdengiya NATO’yê, hat protestokirin.
Kurdistanî û ciwanên Swêdî yên enternasyonalîst li ber deriyê Stat Huset a li navenda Stockholmê, li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst û bêdengiya NATO’yê, çalakiyek protestoyî li dar xistin.
Di çalakiyê de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayayê û Rojava, bi berzkirina dirûşmeyan hat protestokirin.
Tevî ku hewa sar jî bû, çalakgeran li çalakiya xwe dewam kir û bê navber dirûşmeyên “Kujer Erdoxan”, “Jin jiyan azadî” berz kirin. Çalakî nêzê saetekê dewam kir.